Hevî

Page 22

& ÇEND GILI U GAZIND JIBONAZIMANE KURDI

Mirov dikare bêje : Toreya Kurdî ya nivîsandî ji sedsala dehan dest pê dike. Heye ku ji berî vê dîrokê be jî, lê mixabin tiştekî wilo hêja di destê me de nîn e, ku em bêjin : Toreya Kurdî ji vê dîroka ku me li jor gotiye kevintir e. Kevneşopên torenivîsên me yên hezar salên borî jî ewqas ne pir û zehf in. Bê gûman gelek tiştên hêja ji nivîsarên wan torenivîsan winda bûne û xelkê Kurd tu guhdarî û giringiya mezin nedane wan kevneşopên giranbiha, ku wan ji windabûnê biparêzin. Ûştên serekîn ji vê yekê re, li gora bîr û baweriya xwe ez di van bendên jêrîn de dibînim 1 - Zimanê ola me ne bi kurdî bûye. Di derbara ku em ola musulmaniyê bi zimanê zikmakî binivîsin û bixwînin gelek sînor û kêlik jê re hatine danîn, ta vê yekê bi gunehekî mezin jî dihejmêrin. 2 - Tu dewletên me Kurdan li ser tevahiya axa Kurdistanê pêk nehatine. Ger hinek îmaret pêk hatine jî, wan îmaretan serekî dirêj li berxwe nedane. Dewletên zorker zû bi zû rê li pêş wan girtine, ku ew nebin bingehê dewleteke kurdî mezin. 3 - Parvebûna Kurdistanê di navbera Imparatorî û dewletên Rohilata Navîn de, çi di dîroka kevin de an nuh de. Vê yekê hêştiye ku em tim bibin hindikahiyeke milî di hundurên wan Imparatorî û dewletan de, ku tu kiyan û biha ji zimanê me re tunebe. Bi bandûriya van bendên jorîn kesên me yên zîrek xizmeta zimanên biyanî kirine, ew bi xwe jî hukumdarê me bûne, wek Tirk, Ereb û Farisan. :

22

!

Di dawiya sedsala nozdehan de tevgera kurdîtiyê ji bona sazkirina welatekî serbixwe hinekî seriyê xwe hildabû. Ji ber gelek ûştên civakî, siyasî û navnetewî, ew merem û mebestahan bi ser neket. Em dikarin bêjin : wan rêyeke nûjen ji neviyên xwe re vekirin, ku ew bi guh zimanê xwe din, wî binivîsin û bixwînin. Tiştê ku wan bavpîran ji me re kirine û hiştine, rojname û kovarên kurdî derxistine, kevneşopên me bi qasî ku ji wan hatiye civandine û nivîsandine. Em dikarin bêjin : wê tevgera siyasî bi xwe re vejandineke toreyî an wêjeyî jî hanî. Xelkê Kurd bêtir guh da zimanê xwe û lê fikirîn. Gelek şopên hêja di derbara rêziman, helbest ji me re hiştine, yeka hîn hêjatir wan kesan zimanê kurdî derbasî qonaxa nivîsandina têkist an metinan kirin û bingehê vê yeka giring ji me re danîn. Kurmanciya jêr û jorîn bi taybetî ya pêşîn gelekî bi pêşket. Lê mixabin her du zarava bi du alfabêyên cuda (erebî û latînî) hatin nivîsandin, ta bi niha jî hîn ev yeka han berdewam e, tu xizmet hîn ji bona yekbûna alfabêyekê û zimanekî netewî nehatiye kirin. Helbet ûşt û sedemên vê gelek in. Li gor nêrîna pisporên zimanê kurdî alfabêya latînî gelekî bi kêrî zimanê kurdî têye û ziman dikare pê gelek gavên fireh bavêje. Wek nimûne, ji heft saliyê ez tîpên erebî dinasim, lê hîn ta bi niha jî, ez nikarim bi serbestî ne zimanê kurdî û ne jî yê erebî pê bixwînim. îro zimanekî lêtretûrî ku li hemî Kurdistanê hukum dike nîne . Her


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.