Issuu on Google+

Xwendevanên Hêja; “Me Bi Ciwantî Despê Kir Em ê Bi Ciwantî Ser Bikevin”xwediyê vê gotina dîrokî aniha çi dike û çewa jiyan dike tû kes nizane! Ji ber kû ew Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber kû ew 35 sale Rêbertiya gelekî bindest dike. Ji ber kû ew 14 sale li ber xwe dide. Ji ber kû ew teslîm nabe, sale kû nîve dibin tecrîta girankiri ya Îmralî de ye. Ji ber van sedeman aniha divê deqeyê jî de tû Kurdek û tû mirovek nizane rewşa wî a tendûrîstî çewa ye. Li beramberî vê ciwanên Kurd jî yek daqqa jî ciyê xwe de ranewestiyan û kolanan ji dagirkeran re vala nehiştin. Her roj, bû roja hesap xwestinê. Helbet ev naye vê wateyê kû me serkeftin bi des xistiye. Ev tê vê wateyê kû pêwîste em tekoşîna xwe bilindtir û bi hêztir bikin. Ji ber kû dijmin tû demî ranaweste û li benda me namîne. Di seri de me xwest em roja reş a despêka komployê bibîr bînin û 9‟ê Cotmehê nahlet bikin. Di vê mehê de jî li ser Kurdan komplo hebû, qatlîam hebû. Li gel mijara 9‟ê Cotmehê wekî hun jî dizanin di vê mehê de dibistan vebûn. Zarok û Ciwanên Kurd li çar parçe Kurdîstan amadekariya dibistanan kirin. lê mixabin her zarok û ciwanekî Kurd bi heman coş û moral amadekarî nekir. Li rojavayê Kurdistanê ciwana bi destê xwe, bi nenûkê xwe mafê xwendîna xwe bi dest xist û cara yekeme kû wê bi zimanê dayîka xwe perwede bibînin. Em jî wekî govara hawdem hestê wan ciwanên şoreşger parve dikin. Li gel vê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê boykuta

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

dibastana berdewam dike. Em piştgirîya vî helwestî şoreşgerî jî dikin. Heta kû zimanî dayîk nebe zimanî resmî pêwîste tû ciwanekî Kurd êdî neçin navendên bişaftinê. Di heman demê de li qadame jî dibistan bi mîlyonek pirsgirêk vebû. Pêwîstî û daxwazên ciwanan carek din li ber çav nehat derbas kirin. Li ser vî bingehî Ciwanên Welatparêzê Kurdîstan di dîroka 28 îlonê konferansa xwe a dûyemîn pêk anî û li ser mijara perwerde jî biryarên giring girtin. Em hêvîdarin kû her ciwanekî Kurd bi vê zanebunê êdî tevbigere. Ciwana di konferansa xwede ji bona mijara dibistana ev biryar girtin; “Li ser bingehê perwerdeya wekweh, azad, zanist, bê pere û zimanê dayîk xebat bê despê kirin. Her wiha ji bona hinek mijarên wekî dîroka Kurdîstan û cografya bên zêde kirin tekoşîn bê dayîn. Ji bona van mijarana wekî dersekî li disbistana were dayîn serlêdan li ciyê peywendîdar bê kirin. Li dijî navendên bişaftinê (asîmîlasyonê) ê wekî Fetullah Gûlan xebatekî rewşenbîrî û şîarkirin dest pê bike”. Di despêka vekirina dibistanan de konferansek pêk anîn û biryarbûnek ava kirin jî ji her tiştî giringtire. Bi kurtasî em dikarin bêjîn kû ev meh jî dagirtîye. Li ser her mijarek me di xwest em amadekarîyek bikin. Lê mixabin em dîsa di hinek aliyan de sînordar û kêm man. Ji ber vê yekê em dîsa wekî hemû caran li benda nêrîn, rexne û pêşniyarên wene. Ev dem dema şoreşê ye, pêwîste em destê xwe zû bigrin kû dereng nemînîn. Her dem bi hewdem re bin!

EDÎTOR

PÊŞ GOTIN

1


REBERTÎ

Etnîsîte û Tevgerên Neteweya Demokratîk Abdullah OCALAN

D 2

i serê tevgerên çandî yên dewleta netewe tepisandî û tam nikarîbûye bihelîne miliyetgiriya mîkro ya diyardeyên etnîk tê. Ji miliyetgiriya dewleta netewe cuda ye. Naveroka wê ya demokratîk bêhtir xwedî giranî ye. Ji lêgerîna dewleteke nû zêdetir, armanca wan a herî girîng ew e, li dora çanda xwe bibin pêkhatineke siyasî ya demokratîk. Ji xweseriya herêmî yan jî xwecihî cuda ye. Bi sînorê mekan ve girêdayî nîne, ango ji sînoran wêdetir be jî yekitî û piştgiriya yên hebûna heman çandê parve dikin. Li dijî etnîsîteya serdest parastina hebûna xwe, ji armancên wan ên girîng in. Ji aliyê sosyolojîk ve têra xwe rast û manedar e ku mirov bêje Tevgera Neteweya Demokratîk

ji tevgera etnîsîteyên cuda yên bindest re, bi gotineke din, ji tevgera wan gelan re ku di bin zordestiyê de ne. Gelekî zor û zehmet e, weke etnîsîteya bi tenê ya bindest li ser piya mayîn û hebûna xwe dewamkirin. Tevgera yên ziman û zaravayên çandên bi heman rengî, heman sînorên siyasî û cografî parve dikin, ji ber çend sedeman divê weke Tevgera Neteweya Demokratîk were wesifandin. Ya pêşî, ji hedefa gera li dewleteke cuda zêdetir li rêveberî û pêkhatineke siyasî ya demokratîk digerin. Li bin banê heman dewletê pêkhatineke siyasî ya demokratîk, şêweyekî hebûnê yê siyasî ye ku di dîrokê de gelek caran em dibînin. Dîrok hema hema bi giranî bi pêkhatinên siyasî yên hebûnên çandên cuda tijî ye. Di

nava sînorên her dewlet an jî împaratoriyê de bi qasî ku were xwestin bi şêweyê pêkhatinên siyasî jiyan şêweyekî normal ê rêveberiyê ye. Ya anormal ew e, tine hesibandina van pêkhatinên siyasî ye yan jî tepisandina wan e. Asîmîlasyon jî pir zêde ji wan rêbazan nebû serî lê bê dayîn. Împaratoriyên Roma, Bîzans, Osmanî, PersSasanî, Ereb-Ebasî bi sedan yekeyên cuda yên siyasî û îdarî sedema hebûna xwe hesibandine. Bi tenê şert ew e, rewabûna împarator an jî siltan nas bikin. Ya esas ew bû, ziman, dîn, folklor û rêveberiyên xwe biparêzin û bijîn. Lê cinawirê dewleta netewe (Levîathan) ev nîzam ji holê rakir. Li ser vî bingehî jî çû faşîzmê. Encam gelek qirkirinên fizîkî û çandî bûn.

www.hawdem.com.tr


Berevojîkirina mezin jî ev bû. Piştî ku ji gelek aliyan ve çaresernekirina dewleta netewe (şerên herêmî û dinyayê, bi hevketinên neteweyî, sermaye li dîwarên neteweyî qelibî) derket holê, riya normal ango netewebûnên demokratîk dest pê kir gelekî pêk hatin. Li tevahiya Ewropayê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn pêk hat ew

Dewleta netewe ya di warê çareseriyê de asê bûye, ji aliyekî ve tevgerên sermayeyê yên global ji jor ve, ji aliyê din ve jî tevgerên xweser ên bajar, xwecihî û herêmî tevî tevgerên dînî û neteweya demokratîk ji binî ve wê tengav bikin û ev jî dihêle ji vê kaosê sîstemên nû yên namzet derkevin. bû, Ewropa ji dewletdariyên neteweyî vediguherî netewetiya demokratîk. Jixwe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her tim karîbû weke neteweyê neteweyên demokratîk bimîne. Tevî berevajîkirina gelek dewletdariyên neteweyî yên yekdestdariyê, Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dewletdariya neteweyî û netewetiya demokratîk di zikhev de pêkanî. Li Hindistanê jî meylên neteweyî yên demokratîk bi hêz in. Li Afrîka û Başûrê Amerîkayê meylên neteweyî yên demokratîk her tim giraniya xwe hebûn. Kêm hejmareke dewletdariyên neteweyî yên hişk, di serî de Rojhilata Navîn, li hin mekanan bi sînor man. Ev dewletdariyên neteweyî jî bi lez di pêvajoya jihevdeketinê de ne. Ya diduyan, wexta netewebûna desthilatdar û dewletdar esas

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

neyê girtin, hingê yan hin saziyên ji serdema navîn mane yên weke axatî, şêxtî, terîqet û serektiya eşîrê, bi piranî rêveberên taşeron ên hevkar ên xwe disipêrin berjewendiyên malbatê wê esas bêne girtin û wê bi modernkirina wan dewam bike, yan jî wê rêveberiyên demokratîk bêne pêşdebirin. Riya yekemîn, rewşa modern a hevkartiya klasîk e ku dîrokê jî ji vî şêwazî re gelekî şahidî kiriye. Riya duyemîn jî riya esas hedefa modernîteya demokratîk bû. Rêveberiya berxwedanê ya li dijî dewleta netewe û hevkarên wê bi tenê dikare demokratîk bibe. Ev jî riya wekhevî û azadîxwaz a herî têkûz e ku diçe netewebûna demokratîk. Ya sisiyan, karaktera piranî ya çand, ziman û zaravayan netewebûna demokratîk ferz dikir. Li gorî cewherê wê nebû, mîna dewleta netewe tehekuma

REBERTÎ

Mafê netewebûnê yê etnîsîte yan jî gelan bi tenê weke dewleta netewe şîrovekirin bi xwe berevajîkirin û felaketeke mezin hem a lîberalîzm, hem a sosyalîzma pêkhatî bû. Ev rewş encamê miliyetgiriya faşîst û totalîtaryanîzmê ye. Riya rast ew e, divê mirov netewebûyîna normal mehkûmî nava sînoran neke, li ser bingehê çandî û hîmên rêveberiya demokratîk ava bike û ev ji bo xwezaya mirovî û civakî ya herî di cih de ye. Rastiyên dîrokî jî zêdetir vê rê aşkera dikin. Hêrsa daneheva sermayeyê bi lez a sermayeya yekdestdar a li pey kara herî zêde diçe, di girtina vê rê de hêmana herî girîng e. Riya ne normal dewleta netewe ye, lê bû riya normal a netewebûnê, riya netewebûna demokratîk a normal jî weke ne normal, heta weke riyeke tune hesibandî, dan fêmkirin.

3


REBERTÎ 4

çand, ziman û zaravayên etnîsîteya serdest esas bigire. Alternatîfa bi tenê ew netewebûn e ku ji pir ziman, çand û siyasetê pêk tê. Ev jî aşkera ye ku maneya netewebûna demokratîk e. Heta rê lê vekiribû ku ji çend neteweyên demokratîk neteweyeke demokratîk pêk bînin. Li Îspanyayê, li Hindistanê, li Komara Afrîka Başûr a gelek kes naecibînin, heta li Endonezya û gelek welatên Afrîkayê ya pêk tê, bûyerên bi heman rengî ne. DYA û YE jî bi awayekî mirov dikare weke neteweyên neteweyên demokratîk terîf bike. Federasyona Rûsyayê jî mînakeke din a girîng a bi heman rengî ye. Ya çaran, ji ber ku cudatiyên ekonomîk, civakî, siyasî, zêhnî, ziman, dîn û çandî zêdetir dixwazin werin parastin, wê yekser were fêhmkirin ku ev yek bi neteweya demokratîk dibe. Her cudatî weke cihêtiyê were fêmkirin, wê ev yek zirarê bide hemûyî. Lê ya rastî, ji bo hemûyî ya îdeal „di nava yekitiyê de cudatî‟ ye. Ji bo vê jî netewebûna demokratîk şêweyê herî di cih de ye. Bi serê xwe bi tenê jî ev potansiyela çareseriyê jî hêza çareseriyê ya mezin a tevgera netewebûna demokratîk

û avabûna wê ya alternatîf li dijî dewleta netewe têra xwe rave dike. Dewleta netewe ya di warê çareseriyê de asê bûye, ji aliyekî ve tevgerên sermayeyê yên global ji jor ve, ji aliyê din ve jî tevgerên xweser ên bajar, xwecihî û herêmî tevî tevgerên dînî û neteweya demokratîk ji binî ve wê tengav bikin û ev jî dihêle ji vê kaosê sîstemên nû yên namzet derkevin. Gelek delîl û nîşaneyên vê ji niha ve derketine holê. Lîberalîzm ji aliyekî ve hewl dide ji dewleta netewe ya klasîk bibihure û ji nû ve ava bike, ji aliyekî din ve jî bi girîngî û nazenînî hewl dide vê çalakiya xwe bi maskeya pêşdebirina demokrasiyê nîşan bide. Dewletdarên netewe yên hişk jî di nava paşverûtî û muhafezekariyekê de diperpitin, xweziyê bi ya muhafezekarên berê tînin. Hêzên behsa wan tê kirin, bi awayekî ketine pozîsyonekê bi rola muhafezekarên rastî radibin. Dîndar jî li ummeta ji rêûresmê digerin. Îhtîmaleke xurt e ku modernîzmê di bin navê dîn de pêk bînin û li ser bingehê dîn dewlekteke netewe ava bikin. Îran di vî warî de mînakekê hêja ye ku mirov jê hîn bibe.

Alternatîfa netewebûna demokratîk di roja me ya îro de ji bo pirsgirêkên tevlihev ên îdeolojîk û avabûnê bi potansiyela xurt a çareseriyê ji bo dahatûyê xwedî gotin e. Nexasim qonaxên YE ji wan bihurîye balkêş in. Gelekî girîng e ku modernîteya demokratîk hem ji aliyê îdeolojîk ve hem jî ji aliyê avabûnê ve weke yek ji şaxên bingehîn ên alternatîfa netewebûna demokratîk bigire dest. Ev nêzîkatî hem alîkariyê dide şaristaniyê hem jî şensê rizgariyê dide. Xebatên ji nû ve avakirinê yên modernîteya demokratîk wê netewebûna demokratîk pêk bîne, di çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî û hawîrdorî de ew proje ne ku herî zêde hêviyê didin.

www.hawdem.com.tr


NÊRÎN

“HERNE SER KAR !” Befrîn OMER

K

omelaya Gencanî Welatparêzê Kurdistan bi duruşme ya “Me Bi Rêber APO Dest Pê Kir û Em ê Bi Rêber APO serbikevin” duyemîn konferansa xwe li bajarê Hewlêr bi serkeftî pêk anî. Konferans bi beşdarbûna 200 ciwana pêk hat. Di konferansê de nunerên Duhok, Hewlêr, Kerkuk, Kelar, Duz Xurmatû, Silêmanî, Ranya, Şengal, Bagdat û Binerê Qandîl ciyê xwe girt. Yanî em dikarin bejin ku bi seranserî Başûrê Kurdistan û Iraq konferans pêk hat. Ev konferans ne wekî platform, cîvîn û kongrêyên ku

5 tevgerên din di bin siya deshilat de pêk tîne bune. Cudabûna vê konferansê ez dixwazim xal û xal bînîm ziman. Sibêhê bi lez û bez Ciwanên welatparêz bi grup grup ber bi cihê konferansê ve çûn. Heyecan û hestiyariya ciwanan ji nîqaş, tevger û moralê wan diyar bû. Bi taybet ew ciwanên kû qadê wan dûr bû wekî qadên; Germîyan, Dihok, Silêmanî û Şengal rojek li pêşiya konferansê yanî 27 îlonê hatibûn bajarê Hewler‟ê. Dema xwe, bi amadekariyên konferansê ve derbas kirin. Roja konferansê jî

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

di pêşwaziya mêvanan de erk girtin. Her wiha bi tenya ciwanên welatparêz na, ciwanên wargeha Şehît Rûstem jî bi pênc endaman û bi navê “Komalên Ciwanên Mexmur-KCM” cihê xwe li konferansê girtin. Ji ber ciwanên wargehê jî aktîf beşdarî çalekiyan dibin û di heman demêde li zaningeha Selahattîn‟de yanî di heman zemînî de kar û xebat tê rêvebirin. Jî ber van sedeman jî beşdar buyîna ciwanên KCM watedar bû. Konferans seat 09: 00 de li holê hizbî şûî bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê


NÊRÎN 6

şehîdan despêkir. Pêş axaftina vekirinê berdevkê komîteya amadekar di derbarê dû mehên dawî ê xebatên konferansê agahî da. Piştre axaftina vekirina konferansê hate kirin. Perspektîfê Rêber APO, perspektîfê Komalên Ciwan, KCK û hwd. Bi rêzê hatin xwendin. Dîsa rapora komîteya amadekar a 2 mehan hate xwendin û piştre dîvanek ji pênc kesî hate hilbijartin. Di dîvanê de dû jinên ciwan jî ciyê xwe girt. Bi delegeyanre rojeva konferansê hate diyar kirin. rojevên konferansê ev bûn; yekemîn rojev: xwendina rapora nirxandina xebatên sê salî û nirxandina rojeva ramyarî bû. Dûyemîn rojev; nirxandina xebatên sê salî û rexnerexnedayîn. Sêyemîn rojev; nirxandina peymanname û pêşnûme biryar bû. Çaremîn rojev; hilbijartina koordînasyonê û soz dayîn bû. Pêncemîn rojev; axaftina girtinê bû. Bi şêwazê kû bername hatibû diyar kirin konferans bi rêk û pêk rêve çû. Yekemîn; her ciwanek bi dil û îradeya xwe bê ku tu mecbiriyet hebû hatin û bi coşek mezin xwe beşdarî konferansê kirin. Her endamek di her alî de xwe ji bona niqaş amade kiribû. Di heman demê de projeyek xwe amade kiribû. Ev jî dide diyar

kirin ku cîddiyet û dîsîplîna Gencên Welatparez heta astekî heye. Ciwanên xwendewan bi taybet li ser mijara qirkirina çandî û ziman di konferans de niqaşên giring meşandin. Disa li ser pirsgirekên sîstema perwerde wekî proje alternatîf dibistanên bê pere, wekhev û azad hat peşkeşkirin. Ji ber ku ciwan vê platformê wekî qadek azad didîtin hemû pirsgirekên xwe bi nerîna xwe û bi zimanê xwe nirxandin. Ji ber vê yekê her ciwanek bi dil û bi xwestek rastiya xwe derxistin holê û hêza tewgera ciwana di dema pêş de çi dikare bike derxistin zanebûnê. Dûyemîn; Di aliyê nûnertî de; Li hemû bajar û nawçeyên herema Kûrdîstan û Iraq‟ê beşdar bûyînek hebû. Bi dewlemendiya niqaşan de jî derket hokê kû, Nûnertiya her bajarek û navçeyek gelek giringe. Heta eger ne li her bajarek, li her gundekî jî ciwan beşdar bûbûyana wê konferans serkeftîtir û demokratîktir bûbûna. Lê biryara komîtebûn, meclîsbûn di asta gundan de jî hate nîqaşkirin û liser vî bingehî biryarên pêywîst hate girtin. Lê disa jî nunertiya her qadek hebû û bi taybet jî nunertiya ciwanên Yezîdî û ciwanên bagdat rengekî cuda da konferansê.

www.hawdem.com.tr


Seyemîn; Di derbarê jinên ciwan de; tû endamekî konferansê nikare bêje kû ez ji asta beşdar buyina jinên ciwan tesîr nebûm. Ji ber kû wê rast neaxive. Bi tenya jinên xwendevan jî nebûn. Li gel jinên xwendevan ê zaningehê, ê amadeyî, karker û bêkar jî hebûn. Beşdarbuyîna jinên ciwan di heman demê de aktîf bûyîna jin di nav konferansê de bi serê xwe hêzek bû. Cuda bûyîna konferansa Ciwanên Welatparez di vê mijarê de jî hejayê gotine bû. Asta demoratîkbûyin û azadbûyin dîsa pîvanê pêşketinê ciwanan bi beşdarbûna jin hate pênase kirin. Bi taybet li başurê Kurdistanê mijara jin pewîste wekî şoreşek bê bi dest girtin. Ji ber ku di vê qada ku em tê de dijîn rojanê bi dehan jin rûbirûye mirinê dimine, hinek ji wan jî tên qetilkirin, yan jî dest direjî tê kirin. Li ser nave jin li vê welatê hîç tiştek tune ye.

Mînak huqumeta herem bi fermî çend saziyên jin bi xwe vekiriye û serokê wan jî zilamin. E ku berbirsê wan jinin jî pir zêde ji zilam dur nînin. Ji ber vê yekê jî li konferansa ciwanên welatparêz de helwest hat nîşandan. Di derbare mijara jin bi taybet jî ji bona jinên ciwan biryara di xeta rizgariya azadiya jin de tekoşin dayin hate wergirtin. Wekî tê zanîn jinên ciwan jî li ser navê “Komeleyên jinên ciwanên Welatparêz ê Kurdîstan” xebatê xwe dimeşîne. Bi îradeya xwe, bi şêwazekî xweser nêzîkî sê sale kar dikin û xwedî helwestekin. Çarêmin; Pêkhateyê konferans ji ciwanên xwendewanên zaningehê, xwendewanên amadeyî, karker, jin û bêkaran bû. Yanî tenya bi derdorekê re sînordar nebû. Ev jî bi serê xwe dewlemendiyek bû. Ji ber vê yekê jî mijarên dihatin nirxandin şênber bû. Ji ber ku bi giştî beşdarbûnek hebû. Di pêşnûme biryaran de bi giştî di derbarê çareser kirina pirsgirêkên ciwanan de biryar hatin girtin. Wekî pergal jî konfederalîzma ciwana bingeh hate qebul kirin. yani ciwanên welatparêz jî li başurê Kurdistan‟ê li ser esasê civaka eqlaqî û polîtîk wê kar bike. Yanî di pêş xistina

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

NÊRÎN

Yanî konferansa Ciwanên Welatparez ne bûye konferanseke hinek navçe û deweran, kû xwe sînordar bike. Berovajî vê di astekî mezin de her reng û cudatî xist nav xwe. Li gel van rengan ciwanên welatparêz da îspat kirin kû di cevher de xwe pênase kirinek hata astekî heye.

7


NÊRÎN

konfederalîzma demokratîk de wekî pêşeng xwe pênase kirin.

8

Pêncemîn; Dema kû ciwanên welatparêz berbi konferansê ve çûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan di bin rejîma Îmralî û tecrîta giran kirî de bû. Ji ber vê sedemê jî ciwanan konferansa xwe li ser Azadiya Rêber APO kîlît kirin. Rojeva herî sereke ya konferansê rewşa Rêber APO bû. Ciwanan bi duruşmeya “me bi Rêber APO despêkir emê bi Rêber APO serbikevin” re bal kişandin ser erk û berpirsiyartiyên xwe. Her wiha di despêka konferansê de peyama Serok APO hate xwendin. Ciwanan helwestê xwe pir biryarbûnek radîqal anîn zîman û ji ewlekarî, tendûrîstî û azadiya Rêbertî xwe berpirsiyar dîtin. Bi teybet jî li ser tecrîta demdirêj nirxandin hate kirin û wekî helwest jî biryarên çalekiyên demdirêş hate dayîn. Ji tecrît zêdetir, ji bona azadiya Serokatî bê destxistin wê helwestek xûrt bê rêxistin kirin. Di heman demêde ev helwest wekî erkekî welatparêzî jî hate pênase kirin. Şeşemîn; Konferans tenya wekî civîna ciwanan nebû, di heman demê de wekî çalekiyek bû. wekî helwesteke niştimanperwerî bû. bi cil û

bergê xwe ê Kurdî dijî qirkirina çandî rawestiyan. Wekî tê zanîn ciwanên welatparêz, ji salek zêdetir dijî qirkirna çandî xebatek berfireh meşandin. Niha jî vî helwestê xwe di jiyan de jî dikin çandekî cevherî. Ciwan dixwazin vegerin cewherê xwe. Û tiştê kû min dît ewe kû tû kes wê nikari be li pêşiya vê hêzê raweste. Eger hewildanên astengiyê bibe jî wê li beramberî xwe hezek rêxistinkirî û radîqal bibînin, paşde gav avêtin wê nabe. Ji ber kû ciwan bi îdeolojiya Rêbertî xebat dikin û xwe perwerde dikin. Pergala demokratîk, jîngeparêz û azadîxwaz bingeh digrin. Di aliyê felsefîk de jî armanca xwe pir bi xûrtî pênase dikin û di parêzin. Ji bona demokratîk kirina civakêk exlaqî û polîtîk kar dikn. Li holê konferansê de jî li ser pankartan daxwaz û biryarbûyîna xwe di derbarê armanc de dabûn diyar kirin. Heta civakek azad, hemwelatiyek azad û wekhev, Serokê azad û Kûrdistanek xweser çê nebe wê ciwan di çerçoveya erk û mîsyonê xwe wê tekoşîna xwe bilind bikin. Di tekoşîna azadiya gelê Kurdîstan‟ê de rastiya rêxistin û xwe rêxistin kirin wekî av û ax girîng e. heta ku hemû civak xwe rêxistin neke nikare dijî

www.hawdem.com.tr


em têk bibin. Di cewherde ji bona jiyan û sekinandinek şoreşgeriyatî biryar hate dayin. Ji ber kû ê kû dixwaze pêşangeyatî bike di serî de pêwîste wekî pêşengekî xwedî nasname, ruhe kî azad û xwedî sekinandinek bin. Li ser vî bingehî ciwanan nasnameya welatparêzî derxist pêş. Erkê welatparêzek parastina welate. Jî bona welat jî bê parastin pêwîstî bi îdeolojî-fikir, hêz û gel heye. Gel jî li dû herkesî naçe. Gel evîndarî qehremane. Gel evîndarî ciwanên fedaîne. Li ser vî bingehî di konferansê de piştî nirxandin û dahûrandina pirsgirêkên ciwana wekî çareserî perspektîfek derket holê. Pêşnume biryarên kû pêştir bi nêrînên her endamek hati bû amade kirin di konferansê de bê îtîraz hate qebul kirin.

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

Ciwanên Welatparêz girêdanbuna xwe ya bi tekoşîna azadiyê û biryarbuna xwe di konferansa xwe ya dûyemîn de da diyar kirin. Ez jî wekî endamekî beşdar bum. Jî amadekariyên teknîkî bigrin heta belgename û beşdarvanên konferansê bi giştî hevdû temam kirinek diyar bû. Dîsa mêvanan kû hatîbun bi ruhekî ciwanî ji konferansê derketin. Em dikarin bibêjin kû ev konferans bu xwe nukirin û ji dayikbûna ciwanên Başurê Kurdîstan û Irak‟ê. Min vî tiştî jî derxist zanebunê ku di heqîqet de karê ciwanan wê nû despê bike. Yanî di konferansê de biryarê tekoşîna azadiya Gelê Kurd bilind kirin derket. Êdî dem dema kar û xebate. Ez jî ji hemû ciwanên welatparêz û azadîxwazre serkeftin dixwazim. HERNE SER KAR...

NÊRÎN

pergala deshilatdar-mijadperest raweste. Pergal jî armanca wî a serekî ciwan û jine. Dixwaze civak li nava dilî wî de perçe bike. ji ber vê sedemê sermayedarî hemû amûrên xwe ji bona xapandina jin û ciwan bi kar tîne. Şerekî teybet dimeşîne. Ciwanên welatparêz jî dijî pergala sermayedarî şer îlan kirin. Dıji ew maddeyên kû mirov bê taqet û bêhêş dike, dijî fihûş û dijî firoştina çand û dîroka Kurdeyatî bîryara tekoşîn hate dayîn. Di vê konferansê de her delegeyek vî tiştî derxist zanebunê kû pêwîste mirov pêşiya her tiştî xwe bigûherîne. Mînak; heke emê dijî qirkirina jin derkevin yan jî dijî qirkirina jinan em dixwazin helwest bigrin pêwîste di serî de em wekî kes nîzîkatiya xwe azadîxwaz bikin. Li aliyê zîhnî de pergala zilamsalarî pêwîste

9


DOSYA YA TAYBET

ciwanên

5Her endame kî ciwana li rêxistin kirina malbata xwe berpirse.

1Li wan qadên kû komîteyên ciwanan tunene komîte bê ava kirin, li wan ciyê kû komîte hene pêwîste mmeclîs bê ava kirin.

6Ji bona pêş xistina xebatên jinên ciwan her endamek berpirse. Li gel vê li wan qadên kû komiteyen jinên ciwan tûneye bê damezrandin.

2Her endamekî ciwanên welatparêz endamê pergala hemwelatiyên azad û yeksane. Ji ber vê yekê erkê ciwanan ewe kû li hemu bajar û nawçeyan de komîsyonên hemwelatiyên azad û yeksan bê ava kirin.

7Li dijî kuştin, tûnditujî û xwe kûştinî jinan xebat bi şêwazekî radîkal berdewam bike.

Biryarên kû di konferansa welatparêzde hatine girtin evin;

3Ji bona danasîna Komeleya Cîwanên Welatparêz ê Kurdîstan namîlkeyek bê amade kirin Û BELAV KIRIN.

10

4Duyemîn konferansa ciwanên welatparêz bi diruşma” me bi Rêber APO despê kir, emê bi Rêber APO” ser bikevin pêk hat. girêdayî vê biryarê ciwan li belav kirina fikir û felsefeya Rêber APO berpirsin. Dîsa piştî konferansê ji bona azadiya Serokatî çalekiyek dûdirêş bê kirin. Ev çalekî wekî çalakiya yekemîn a ciwanan.

8Dijî qirkirina çandî xebat û tekoşîn berdewam bike. ev kampanyaya hatiye despê kirin pêwîste bê berfireh kirin û bi teybet cil û bergûnn Kurdî bê parastin. 9Ji bona parastin û pêşxistina zarawayên zimanê Kurdî devreyên ziman bên berdewam kirin û zêdetir giringî bê dayîn. Perwerdeyê akademîk bên despm kirin. 10Li wan qadên kû derfet heye xebatên çand û hûnerî bê despê kirin û li wan qadên kû derfet tûneye li ser çand, hûner û werzîş perwerdeyê îdeolojîk bê dayîn.

www.hawdem.com.tr


12- Li gor paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî de xebatên rewşenbirî bê kirin û jînge parastin wekî erkekî niştimanperwerî bê dîtin. 13- Ji bona ronakbûyîna gelê Kurdistan xebatên ragihandinî bê kirin. Her wiha li t.v de bernameyek ciwana bê çê kirin. 14- Li ser bingehê perwerdeya wekweh, azad, zanist, bê pere û zimanê dayîk xebat bê despê kirin. Her wiha ji bona hinek mijarên wekî dîroka Kurdîstan û cografya bên zêde kirin tekoşîn bê dayîn. Ji bona van mijarana wekî dersekî li disbistana were dayîn serlêdan li ciyê peywendîdar bê kirin. 15- Li dijî navendên bişaftinê (asîmîlasyonê) ê wekî Fetullah Gûlan xebatekî rewşenbîrî û şîarkirin dest pê bike.

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

16- Di çarçoweye kampanya ya “JI BARAGEHÊ LEŞKERÎ Û SÎXÛRÎ Ê TIRKIYÊ RE NA!” de xebat û çalakîyên nu dest pê bike û li dijî derbaskirina sînor aliye dewletên Iran û Turkiyê re çalakî bên li dar xistin. 17- Ji bo navçeyên ku ji Kurdistan hatin veqetandin bi şewazekî dewlemend xebat bê meşandin. 18- Ji bo tekîlî û xebat kirina li gel rexistinên cuda komîteyekî tekîlî were sazkirin.

DOSYA YA TAYBET

11- Ji bona xabatên werzîşa alternatîf bê despê kirin tîp bên ava kirin. Ji bona fehm kirina wezîşa alternatîf semîner û xebatên perwerdeyî bên kirin.

19- Ji bo rêk û pêk berdewamkirina Xebatê Ciwanên Welatparêz, her endam mehane dê aboneya xwe bide. 20- Rojên taybet ê netewî de xebatên di çarçoweyî biranîn de were kirin û parastina nirxên netewî esas bê girtin. 21Li dijî veqatandinê ruh û laşê ciwanan û li dijî maddêyên bêhêşkirinê xebat bên dest pê kirin û bi şewazekî radîkal were meşandin.

11


ANALÎZ 12

“Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî ser bikevin”. Evrim munzur

B

eşên civakê yên herî taybet ciwan in. Ferdên ku civakê ava dikin bi piraniya pêkhatina wan ciwan in, bingehên xwe yên fîzyolojîk civakên herî dînamîk,bûbûna van a ferdên herî pêşketî,berpirsyartiyên ku ciwanan taybet kiriye. Gelan ji wî taybetî dizanin ku ji ber wî bi zimanên xwe ji bo ciwan ew pênaseyan bikar anine. Pênaseya ciwan bi zimanê Farisî de “xezîne”bikar anine. Dîsa bi zimanê kurdî zaraweyê soranî de pênaseya“xweş, nirxdar” de tê bikaranin. Pergalên ku farqên van taybetmendiya dibin dema ku bixwazin pergalên xwe ava bikin di destpêke de berê xwe didin ciwanan. Ji ber ku nifşên civakê ber bi pêşerojê ve dibin ciwan in. Pergalên ku şekil dide ciwanan wekî di civakê de çandên xwe di jiyana xwe de dide rûniştandin. Ew e ku ew dizanin jî ji bo civakê qirkirinên çandê derbas bikin berê xwe didin ciwanan. Li cîhanê hemû tevgerên şoreşê di pêşengtiya ciwanan de pêk hat. Tevgera Azadiya kurdan jî wekî tevgerek ciwan dest pê kir û ew ji bo gelê

kurd taybetiya ciwana dide xuyakirin. “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî ser bikevin”. Ew taybetî jî di dirûşmeyên Tevgera Azadiyê de jî tê xuyakirin. Rastiya gelên ku tên kuştin û li ser laşê wan beton tên rijandin, di sala 1970’an de tevgerên ciwanên kurdên Apocî serfiraziyek mezin dan destpêkirin. Ji ber ku gelê kurd îro bi zanistiya pozitîvîst tê ji ciwanan wiha pênase dike; “ciwanên ku temenên wan di navbera 18 û 28 salî de ne tê pênasekirin.” ŞEHÎDÊN CIWAN Avêtina tovên rabûna wî gelê wekî roja vêjînê,di 15’ê Tebaxê de fermandar Egîd guleya yekemîn dema avêt 28 salî bû. Di 28 saliya xwe de di dilê gelê xwe de bûbû qehremanek. Di sala 1980’an de hovîtiyek mezin li Zindana Amedê pêk dihat. Bi wê hovîtiyê dixwestin ciwanên kurd ber bi îxanetê ve bibin. Li hember wî teslîmiyetê ciwanên gelê kurd bedenên xwe dan ber mirinê. Di dema Alî Çîçek 21 salî bû xwe bedêna xwe da ber mirinê û li hember dijmin jî wê

pêyamê dida: “Hûn tu carî nikarin ciwanên kurd teslîm bigirin” QEHREMANTIYA JINAN Di dîrokê de kurd beriya rabûnê hatiyê tunekirin û jinên kurd du cara hatiye tunekirin.Li hember wî qîrînek mezin pêwîst bû. Zîlan di 25 saliya xwe de di mêjiyê dijmin de xwe teqand. Ew ji ji bo jinên kurd serfiraziyek mezin bû. Bêrîtanê bi sekna xwe ya ciwan li hember zîhniyeta paşverû û kurdên hevkar tu caran em ê teslîm nebin û bi tilîliyan bedena xwe perçe kir. Viyanê di xeta partiyê de, di jiyana partiyê de jiholêrakirina, esareta Rêbertiyê tu car qebûl nekir û bedena xwe da ber agir. Li hemberî jiholêrakirin û tarîtiyê bedena xwe ya ciwan da ber agir û ji bo gel bû meşaleyek. CIWANÊN TÊKOŞER Dema ew qehramantî çêdibûn pergal ji bo ku ciwanên kurd esîr bigire vala nedisekini. Her dem amûrên êrîşên nû ve ciwanên kurd û ciwanên Apocî dixwastin dorpêç bikin. Sekna ciwanên

www.hawdem.com.tr


ZEXTÊN CIWANAN

LI

SER

Zaningehan navenda zanist û ronakbûnê ne. Ji bo ku berxwedana ciwanên kurd ji ber dorpêça pergalên ku herî zêde hene. Zanîngeha Kurdistanê de polisên ku kom bûnê û rêveberên zanîngehê û hevkarên polîsan mirov hemû metropolên tirk de ne mimkune bibine. Zanîngehên dewletê wekî cihên azadiyê tên xuyakirin. Mijar ciwanên kurd bin ji ew pênasekirin nay bikaranin û piştî her daxuyaniya çapemeniyê binçavkirin, girtin û ramanên azad ku ciwanên kurd bifikirin qedexe ye. ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTAN Dîsa di her çalakiyê de rêveberên zanîngehê ji bo ciwanên kurd hertim lêpirsîn vedikin û naxwazin ciwanên kurd bixwinin. Dîsa li hemû

bajarên kurdistan pergalên ku wan rêbazan bi kartinin, rojavayê ji ciwanên nijadperest li hember ciwanên kurd xwe rêxistin dikin û di civakê de zîhniyeta li hember kurda pêş dixin. Polîtîkayên qirkirina fizikî hê jî li zanîngeha didome. ZÎHNIYETEK HOVANE Qetilkirina Şerzan Kurt, Aydin Erdem, Murat Elîbol dide xuyakirin ku li ser ciwanên kurd politikayên tunekirinê tên meşandin. Pergal ne tenê di zanîngehan de li hemû qada jiyanê li hember ciwanên kurd pergalên koletî dixwazin bidin meşandin. Li Kurdistanê şewitandina gundan, koçberkirin, nevekirina tesîsên hilberinê, koçberkirina kurdan a Rojava, terbiyekirina birçîbûnê û karkerên erzan dixwazin kurdan bixebitînin. Her sal bi sed hezaran ciwanên kurd wekî karkerên demsalê bi koletî didin xebitandin. Li Kurdistanê firotina tiryakan bajarên Tirkiyê de pir rehet nayê firotin û nayê kişandin. Ew ji pergalên wî zîhniyetê li ser kurdan ku ji xeta berxwedêr dûr bixûne hemû rêbazan bi kar tîne.Ciwanên kurd li hember wî zîhniyetê berê xwe didin çiya û ji bo tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin bidin sekinandin bedena xwe didin ber agir, pêwîstiya şerê

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

şoreşgerî yê gel, di şexsên şehîd Andok û şehîd Xebat de bi ruhên fedayî têkoşîna wan berdawam dikin. Gelê Kurd Ciwanan Çawa Pênase Dike? Em dikarin wiha pênase bikin. Nirxên ku 30 sal berê hatine destpêkirin û heta niha didomin. Gelên ku winda bûne ji nû ve jiyandiye. Wekî gelên ku navên wan jî nedihat bikaranîn wan gelên welatparêz û rastiya wî gelê bi hemû cîhanê û li hemberê dijmin dest nîşan kir. Em dikarin bibêjin ku ciwanên kurd dikare rêbertiya wî civakê bike. Ji bo gel jî ew rastî bizanibe û xwedî derkeve ciwan rê nîşan didin, di çalakiyan de û pevçûnan de em dikarin bibêjin ciwanên kurd rêbertî dikin. Em dikarin ciwanan wiha ji pênase bikin: “Êrîşên ku li hember civak tên kirin bersiva yekemîn ciwan didin. Civakê, kolanên wî û nirxên wî ji ber ku diparêze em dikarin bibêjin ku ciwan parastina rewa ye.” Bi taybetî wekî Rêbertî ji penasê kiribû; “Min soz daye xwe ez ê her tim ciwan biminim.” Ew pênas sozdayîna wî civakê ye. Ji bo kurda wan pênasayan bi soz tenê namîne. Divê pratika jiyanê de nasnameya tevgera azadiyê jiyan dide

ANALÎZ

kurd xeta wî pergalê de bi sekn û berxwedana wan ciwana dixwast jiyana wan asteng bike. Îro di nav wî pergalê de cihê ciwanên kurdên ku li ber xwe didin tune ye.Ji bo ciwanên kurd divê pergalê rolên wek teslîmgirtin, dirokên xwe ji bîrkirin ,zimanê xwe ji bîrkirin, rastiya gel ji bir kirin birîne. Ew xistine hemû qada jiyanê.

13


PERSPEKTÎF

NEMIRINA HÊVIYAN A LI AXA PÎROZ Yên ku 9‟ê Cotmehê hîs neke, ji bîr bike, rastiya vê rojê ya heyî jî nedîti ve bê, ne şexsî, ne jî li ser navê gel bi ti awayî nikarin bibin xwedî serkeftinekê Hawdem

14 14

’ mîn salvegera qomploya navnetewî ku bi 9‟ê cotmehê re dest pê kir û bi 15’ê sibata 99‟an re bi dawî bû û di pêvajoyên pêş de bi şêweyên cur be cur rû da, me li paş xwe hişt. Bi ketina 15 mîn salvegera komploya navneteweyî re di despêkê de hemû şehîdên me yên ku di çarçoveya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”ji bo parastina serokatîya me û hemû nirxên şoreşê ku berxwedanek bê hempa nîşan dane em bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Eger dîrok bi xwe, rêberê pêşerojê be, pir girîng e ku mirov wê bi hemû aliyan ve fêm bike û ji bîr neke. Kêlî bi kêlî xistina wê ya jiyanê, bi têgihiştina yên ku hatine jiyankirin re çêkirina pêşdîtinên ku dê bên jiyankirin, meşandina pêşerojê, pêwist e bingeha liv û tevgerên me bin. Dîsa hîn rojên pir girîng ên ku di paşeroja me

de hatî jiyankirin hene ku, ew roj an jî ew gav bi xwe her tişte. Lûtkebûyîn, daneheva hemû dirokê ye. Dîroka 9‟ê Cotmehê jî xwedî naverokek wiha ye. Rojek wiha ye ku Rêberê gelekî ku di gerestêrka me de axekî ku gav bavêjê namîne û radestî dijmînên wî tê kirin û qaşo zagonên şaristanîyê bin pê dike, rûyê wî yê rastî derxistiye holê. Ev tabloya ku di mejiyê me de mayî, şaristanîya ku pênç hezar sal e xwe li ser tund û mêtinkarîyê dide jiyankirin, dema berjewendiyên wî dibe mijar; bi awayekî balkêş rolê xwe yê ku xwe jî înkar dike derdikeve holê. Ev tablo ne tenê ji bo gelê me, trajediya mirovahiyê ya pênç hezar salan jî rave dike. Lê belê mirov tenê alîyên wî yên neyînî bibîne, mirov wê tenê yek alî rastiyan bibîne . Lewra di vê tabloyê de, cewhera mirovê berxwedêr û

serî netewandî, mirov bi awayekî zelal dibine. Di şerê Serokatî yê ku bi serê xwe li hemberî pergala cîhanê re dayî meşandin de, hat dîtin ku tu hêz nikare pêşî li lêgerînên azadiyê yên bindestan bigire. Hêvî û xwestekên wekhevî û adaletê ya jiyanê bitefîne, bi awayekî yekpare têkoşîna mirov a li hemberî pergala serdest jî em weke alîyekî rastîyê digirin dest. Dema em 9‟ê cotmehê ku di dîroka gelê me ya azadîyê de weke rojek reş derbas bûye binirxînin, pêwist e em ji bîr nekin yek alî girtina dest a vê tabloyê dê me bibe subjektîvîzmê. Ji ber ku ev rewş, di astên cuda cuda de, di kesên ku di nav têkoşîna azadiyê de cîh digirin de, an jî di kesên ku di nav de bi awayên cuda xwe tevlî têkoşînê kirine re hest jiyankirine. Derûniya perçiqandinê, bêhêzbûyînê;

www.hawdem.com.tr


xelasbûna enerjiyê, derdora xwe tawambarkirin, bi mehkûmkirina hinekan xwe rehetkirin, hestiyarbûnê xistina navenda jiyana xwe re, li hemberî erk û berpirsiyarîyan xwe revîn, sekneke bê têkoşîn bi xwe re tîne. Bêparmayîna ji hêza zanîstî ya vê bûyera dîrokî ku dê çarenûsa gelê me bide diyarkirin; wê bibe sedema têkçûyinê pejirandininê, bi çarenûsa xwe razîbûyîn, korbûna refleksên şoreşgerî, xwe bi herikîna jiyanê ve berdan û zû ji bîrkirinê. Kolandina binê her lepitînekê mirov dibîne ku bingeha xwe ji bêbawerîyê, bêhêvîtî û kûrbûyîna şikestinê, girêdayîna şoka ku jiyankirî heye. Mirov dikare bêje ku nefikirîneke paqij, bi kesayetên ku zanebûneke wan a xurt nîn e re, dibe sedema belavbûyînekê û dibe xwedî sekneke xeter a ku

ez ezîtiyê dixe pêşiya hemû tiştî. Dahûrandina seknên ji niyetê serbixwe ku ji armanca qomployê re xizmet dikin, ji bo roja me ya îro giringiya xwe hêj diparêze. Yên ku 9‟ê Cotmehê hîs neke, ji bîr bike, rastiya vê rojê ya heyî jî nedîti ve bê, ne şexsî, ne jî li ser navê gel bi ti awayî nikarin bibin xwedî serkeftinekê. Zehmetiyên me yên rojane, pirsgirêkên me û lêgerînên me çi dibin bila bibin, bi cudahiya ku bingeha van a madî û rabirdûyek van heye, de dema ku me jiyana xwe li gorê vê diyarnekir, ku li derdora vê rastiyê me çareserî pêş nexist, em ê bi şemitin alîyê şaristanîya sexte û em ê ji trajediyên nû re derî vekin. Çima xwediyên pergala modernîteya kapîtalîst di qomploya navneteweyî de li hemberî Serokatiya me bûn yek?

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

PERSPEKTÎF

Hema hema hemû dewletên cîhanê di qomloya navneteweyî de bûn yek, bi hemû hêzên xwe ve qomployek ku di dîroka mirovahîyê de nehatiye dîtin, li hemberî mirovek azad ku mafê gelê xwe ê azadiyê diparêze û têkoşîna bi rûmet a mirovahiye di de çêkirin û wî mahkûmê girava Îmralîyê kirin. Tenê sedemek heye ku vîna kirîn ew jî; hêvîyên azadiyê yên mirovahiyê yên ku ji nû ve av didin xelas bikin û mirovahiyê di nav daristaniyeke bêdawî de bihêlin. Ji ber vê yekê ye ku dîrok xwe dûbare dike. Promethos, ji bona ku mirovahiyê ji tarîtiyê û cemidandinê xelas bike agir ji xwedayan dizî, pêşkeşî mirovahîyê kir, li xezeba xwedayan rast hat û wî bi zinaran ve bizmarkirin. Serokatî wekî promethos‟ê hemdem ji bo avakirina civaka azad û demokratîk di vê axa pîroz, ku ji mirovahîyê re dergûşiyê kiriye li hember modernîteya kapîtalîst serî hilda û dan nîşandan ku bi awayekî wekhev, azad, bê zayend perestî û weke civaka xwezayî mirov dikare jiyan bike. Xwediyên netew dewletan dema ku dîtin desthilatdarî û pêşeroja wan dê bikeve xeteriyê, ji ber vê sedemê bû ku di qomploya navneteweyî de cîh girtin. Tişta ku di vê qomployê de hat

15


PERSPEKTÎF 16

armanckirin di şexsê gelê Kurd de dersek bide hemû alîyên şoreşgeriyê, hêza têkoşîna cewherî ya ku di civakan de heye tune bike. Civakên ku hêza xwe ya cewherî winda kirin jî, dê êdî bi hêsanî cesaret nekira, ku serî rake û dê civak mehkûmê weke mirîşkeke serjêkirî ku vir de wê de diçe bikira. Mijarên ku rojek berîya 15‟ê sibatê Serokatî ji dewleta îtalî re nivîsandî bû, balkêşin. Serokatî di nota xwe ya 14‟ê sibatê de kurt, ew roj û pêşeroj dê ji bo mirovahîyê çi xetereyan bi xwe re bîne dabû nîşandan û nemaze di rewşeke girtinê de pêşketina bê hêvîbûnê nirxandibû. Tiştên ku pergala serdest dixwest bike, di şexsê Serokatî de hêvî şikênandin bû. Kuştina hêviyên jiyana azad a nasnameya gelekî û dîsa tunekirina rûmeta wî û nehîştina ku xwe bigîhîjine sazîbûyîna civakek hemdem, bi rêbazên postmodernîteya kapîtalîst tê wateya kuştina wî gelî. Dîsa bi daqurtandina pergala serdest re, tê heman wate yê. Komplogeriya ku bi dewleta rahîp a Sûmeran dest kiribû, hetanî roja me xwe da meşandinê. Ev mînak jî berdewama vê a herî berfirehe,

lê ev komkujer bi şeweyê herî zirav tê kirin. Di dîrokê de, cara yekem bû ku gelê Kurd bi canê xwe, bi xwîna xwe, bi êşek bê dawî Serokatiyek afirandî ye. Dîsa bi vî awayî gelê Kurd ji bona azadiya xwe û bi dest xistina serxwebûna xwe, bi pêşengtiya Rêberê xwe, ketibû nava têkoşînek bi rûmet. Li hember vê serhildanê ev komplo jî bersiva xwedayên serdest û pergala wan bû. Ev hevhatina ku hêzên cîhanê ên serdest, li hemberî Serokatîya me anî gel hevdû, têkilîya xwe bi berjewendîyên wan ê hevpar re heye. Bi taybetî di Rojhilata Navîn de têkoşînek bi vî rengî, ji bo pergala serdest darbeyek mezin bû û ev pêngav ji bo qedera gelê herêmê hêvîyek bû. Serdestên pergalê ev ji bo xwe xeter dîtin û ketin nava komploya dîrokî. Di bin êrîşa

serdestan a li hember meşa azadiya gelê me de, mantixek îbreta bi vî rengî heye. Hêza hemû êrîşên pergala serdest, bi aliyê azadiyê ve vala derdixe, taybetmendiyeke wî ya bingehîn e. Di pêvajoyên herî zirav a meşa azadiya me de, astengiyên mezin ku derdikevin peşiya me, Serokatî hêza xwe derxistina holê de serkeftî bû. Êrişên herî dijwar polîtîkayên tunekirinê-tune hesibandinê yên herî kûr û konseptên herî berfireh bi pêngavên azadiyê hatine derbaskirin. Lê belê, ciyawaziya konsepta dawî ji yê din, kûrahî, berfirehî û hedefa wî ye. Xefika ku hatî amadekirin, bi tevahî, armanca xilaskirinê ye. îro bi bawerîyeke xurt mirov dikare bêje ku, pevçûnên di navbera jiyan û mirin, hebûn û tunebûn, paşverûtî û pêşverûtî, xweşikbûn û kirêtî de, yê ku bi serket, Serokatî û nirxên

www.hawdem.com.tr


Parêznameyên ku Serokatî di nav pergala îşkenceya Îmraliyêde nivîsandin, ev ronahî bû, ev ronahî ne bi tenê roja me, di heman demê de pêşeroja me jî bi van tîrêjan afiradinin. Bi parêznameyan Serokatî rastiya mirovê ku li ber kendal, bi bask di be derxist holê û dîsa bû hêviya gelê bindest, pergala azadiyê ji bo wan ava kir. Astengên ku derketin pêşiya wî, bi vî awayî yek bi yek li paş hişt. Bi dahûrandina paradigmaya modernîteya kapîtalîst û gihîştina paradigmaya nû, ji pirsgirêkên cîhanê ya nû alternatîfa gelan a ji bo jiyana azad hate avakirin. Ji derveyî şaristaniya çînî jiyanek, hilberandinek û parvekirinek gengaze, bi vê paradîgmayê. Bi nêrînên zanistî û tezên dîrokî ev hat izah kirin. Ji bo mirovatiyê, ji bo xwezayê û ji bo jinê bû perspektîfa têkoşînê û ji bo xelasiyê bû rê û rêbaz. Bersivdayîna Serokatî ya komplo yê ev bû. Avakirina pergala bindestan tê wateya

nemiriya hêviyan û wate kirina jiyanê. Ev mîsogerî û hêza herî mezin ên ku tekoşîna azdiyê didin meşandin. Bi zayîna sêyemîn a ku Serokatî di xwe de avaki,r tê wateya derketina ji pergalê û afirandina ramaniyê. Di vê ev were fêmkirin û em vê hem di xwed avabikin û hem jî têkoşîna vî bikin. Nujeniya ku Rêber Apo di aliyê ramanî de, derxistiye holê wê berhemên wê û deskeftiyên mezin di pêşerojê de bi xwe re bîne. Di heman demê de deskeftiyên rojane jî bi awayekî zelal û berfireh îro jî li berçavin. Negihîştina armanca xwe ya komplo yê serkeftineke herî mezin e. Bê guman bi dîl girtina Serokatî xwestin ku tekoşîna me ya azdiyê re, armanca me re, nirxên me yên mahnewî re darbeyeke mezin lê bixin. Ji roja destpêkirina komployê heta niha herî zêde Serokatî ji bo nirxên azadiyê, ku bi keda zarokên herî xweşik a gelê me hatiye avakirin, neyên binpêkirin têkoşiye . Vê têkoşînê jî di nav pergala İmraliyê ku girtîgehên serdema navîn jî derbas dike de, bi awayekî bê kêmahî rista xwe ya Rêbertî pêk aniye. Di bin şert û mercên wiha de jî hertim karibûye hêvî şîn bike.

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

Asta ku di Rêber Apo de şênber bû ye û komplo têkbiriye ji aliyê lêgerînên azadiyê ve çiqas were fêmkirin û bi be jîyanî vê demê dê encamên serkeftî jî roj bi roj derkevin holê. Merhaleya ku em gihîştinê êdî Rêber Apo berpirsyariyên ku diketin ser milên vî bi giştî bi cîh aniye, hêviyên me yên azadiyê ji nûva zîndî kiriye û rê û rêbazên ku wê me bi gihîjînin serkeftinê ji me re ava kiriye.Tiştên mayî bi taybet ji me ciwanan re û ji hemû gelê Kurd re ma ye.Roj roja biryardayînê ye. An emê azad jiyan bikin, an jî emê di rûpelên reş ên dîrokê de wenda bibin. Bi operasyonên şoreşgerî yên ku îro pêş dikevin re, derfeteke ku em ji herdemê bêhtir zû bigihîjin serkeftinê heye. Ya girîng ewe ku, em gavekê jî dudilî nekin û em bawer bikin ku bêyî kelhên zilmê bi derfetên xweyên cewherî jiyan bikin û em bi tevahî sazî û derfetên dijmin red bikin û dest bi berxwedanê bikin. Wê demê dê bê dîtin ku tu hêz nikare li hember têkoşîna ku em pêş dixin raweste. Li ser vê bingehê, em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku sinor û barîkatên li pêşiya xwe bişkînin û parastina nirxên gelê xwe bikin.

PERSPEKTÎF

azadiyê; nunertiya xwe têda dîtin ku keda wî bû. Di vê pevçûnê de ku rojên herî tund dihatin jiyan kirin de, Serokatî digot. “ Hunê hêza ronahîyê bibînin.”

17


ZIMAN 18

ZIMAN BI XWE ŞOREŞEKE Simko AMED

J

i bo mirovahiyê pêşketina herî mezin, dema civakbûyînê ye. Civak, çewa kû bê mirov bê wateye, di heman demê de jî civak bê ziman tû mehneya wê nîne. lewra bûyîne civak, jiyaneke bi rêk û pêk jî bi xwe re tîne. Ev jîyan, çandeke xurt ava dike. Çand rengê civake ye. Her wiha çand aîdiyetekê ango xwesertiya civakê jî diyar dike. Xwe cuda cuda jî pênase

dike. Dîsa çand fikrê civakê ya maddî û manevî ye; difikire û diafîrine. Di çandê de jî rista herî sereke ya ziman e. Civak berhemên kû ava dike, pêwîste pênase û watedar bike. Her wiha biguhezîne. Heke ziman nebûya dê ne dîrok ne jî gerdûn wiha wê nehatîbuna zanîn. Mîrov tîştên difikire û dibîhîze, bi reya ziman dîkare vebêje. Têkiliya fîkîr û

zîman pir xurt e; mirov nikare wan jî hev bike. Ziman diyardeyekê civakî ye. Çawa? Mirov dikare wiha pênase bike;zîman bi fikirandinê heye; fikirandinê „mirov‟ derdixe holê; mirov, civak ava dike. Ji ber kû ziman çalakiyeke hebûne yê. Gelo gerdûn, cîhan, dîrok, cîvak, çand, gel û hwd. Çawa tê zanîn? Formên civakan bi çi pêş ketin? Bi teybet jî

www.hawdem.com.tr


pêkan e kû rastiya diyardeyekî bîne ziman. lewra yê ku pênase dike mirov e. Nîetszche dibêje,”miov, hebûneke kêm ê ku xwe temam nekiriye ye”. nivisandin nebe dîrok-hafiza naye ava kirin. bi tenya axaftin dîrok jiyan nake. Ji ber vê yekê jî nîvîs dî parastina zimande ciyekî wî ê diyarde heye.

Ziman bi sê awayan dabeş dibe; axaftin, nivisandin û xwendin.

Her wiha nivîs, gellek tiştên dîrokî zelal dikin. Ji ber vê jî dema niha de giringiya nivîsê pirtir e. Gelên ku zimanê xwe derbasî nivîsê nekirine li ber wendabûnê ne, ango dê di nav netewan de - piranî jî ê serdestbihêlin. Heke nivîs an jî ziman derfeta perwerdê bibîne,dê xwe ji helandinê rizgar bike.

1-Axaftin; awayê herî kevn e. Beriya nivîse jiyan bi dan û standina deng bûye. Ev ji bi tena serê xwe têrî mirov nake. Gellek tişt hunda dibe. Tenê tiştên ji bo civakê giring û jiyanî tên guhezandin. Mînak jî bo Kurdan ,di warê hunerî de dengbêjî hatiye heta roja me. Her wiha efsaneyên qehremantî, şer, berxwedan; disa berhemên çandî û hwd.hatine hata roja me. Eger ziman neye bi karanîn hunda dibe di hele. Jî ber kû ziman zindî ye. Çiqas were bikaranîn ewqas jiyan dike u ewqas pêş dikeve. 2-Nivisandin;nivîs, serdemeke nû ya giring ji bo mirovahiyê dide destpêkirin. Helbet nivîs, jî bi serê xwe hemû tişt nikare rave bike. Mînak; pêyvek bi serê xwe çîqas dikare rastiya tiştekî baş bîne ziman. Ji sedî sed ev ne

3- Xwendin; merheleya herî dawî ye. Ziman piştî ku bi rêk û pêk dibe, wê demê xwendin giringtir dibe. Mirov bifikire niha çiqas nivîsên bi Kurdî hebin jî ku xwendin nîn be ti wateya xwe namîne. Xwendin ji bo peşketina mirov rista sereke dilîze. Mînak; heke xwendin nebûya dê çawa pêkanînên rahîbên Sumeran bi hata zanîn. Bawerîm lêkolînên arkeolojîk têrê nakin. Dagirkerî di heman demê de li ser ziman jî tehekkûm dike. Bi vî rengî kî jî wan serdest be zîmanê xwe jî dike serdest.

Kowara Hawdem & Hejmar: 37

Ziman diyardeyekê civakî ye. Çawa? Mirov dikare wiha pênase bike;zîman bi fikirandinê heye; fikirandinê „mirov‟ derdixe holê; mirov, civak ava dike Zîmanê Îngîlîzî ev nêrîna me dîkare piştrast bike. Di roja me a îro de serdestiya zîmanê Îngîlîzî tê zanîn. Bes, giringtir ewe e kû em jî bi destê xwe dibin amûrê vê pergalê. Mixabin,em Kurd jî yê kû herî zêde zilmê li me dike dijminatiya me dike. Zimanê wan diaxivin wekî “ sendroma stokholmê”. Sedemên hinek tiştan em dikarin wiha bînin ziman lê ev dîsa jî pir baş pirsgirêkame pênase nake. ê ku ziman îro qedexe dikin di heman demê de zîmanê xwe jî li ser hemû zimanên din serdest dikin. Kî û çewa dikare vê zilmê û zordariyê qebul bike. “ ger kû zordarîya zalima hebe, destê kesekî paqij namîne” dibêje Îbnî Haldûn. Jî ber vê yekê jî dem dema xwedî derketina zimanê xwe ye. Dem dema bi zimanê xwe tekoşîn kirinê ye. Ev xemsarî, sersarî heta qirîkê ye. Gelo dê çend caran em e bêjin “ êdî bes e?

ZIMAN

netew, hebûna xwe ya sereke çî ye? Mirov dikare pirsan zêde bike. Bes, dî nasînê de çand û ziman ewqas girîng in. Her wiha têkiliya exlaq û ziman û ziman jî heye. Heke tu zimanê exlaqî pêş bixî dê pêşketina civakê bi exlaq û erenî be; lê ev ziman pêş nekeve wê civak bi pelçiqe û pêş nakeve.

19


hawdem magazin