Page 1

Destana Memê Alan

Nûkirina dawîyê THURSDAY, 29 OCTOBER 2009 13:06

Rastiya destana Memê Alan

Destana Memê Alan bi sed salan e di nav gel da tê zanîn. Çiqas rind tê zanîn ew tiştekî din e. Çiqas jê baş hatiye têgihîştin bi guman

Destana Memê Alan bi sed salan e di nav gel da tê zanîn. Çiqas rind tê zanîn ew tiştekî din e. Çiqas jê baş hatiye têgihîştin bi guman e. Bi qasî tê xwiyakirin nivîskarê me yê bi nav û deng Ehmedê Xanî jî ji rastiyên di vê destanê da rind tênegihîştiye. Çawa bihîstiye bi wî awayî, bêyî ku rastiya di naveroka wê da bibîne derbazî Mem û Zîna xwe kiriye. Heta nuha kê xwendiye pesnên wê daye. Kesî ne xwastiye ji her aliyî ve baş lê binihêre û paşê ramanên xwe yên di derbarê wê da binivîsin. Tenê ji aliyekî ve lê nihêrîne. Dilê xwe pê şewitandine. Ji xwe çûne û di derbarê wê da gotinên xweş gotine.

Dema meriv hinekî lê dikole rastî sosretiya serdestên Kurdan ên wê demê tê. Di destanê da bêrûmetî li ser navê mêvanperweriyê hatiye pîrozkirin. Gelê Cizîrî yê welatparêz û bi rûmet bi navê diz, keleş û ebebozan bi zanetî hatine piçûkxistin. Her sê celaliyên bi navên Hesen, Çeko û Qeretacîn ên xulamtiya Mîr Ezîn û ji wî zêdetir jî xulamtî û sîxurtiya Romiyan dikin mîna lehêngên Kurdan tên binavkirin. Bi rastî ev sosretî îro jî zêde neguheriye. Hetta hinekî xerabtir bûye û baştir nebûye.

Bi awayekî eşkera ji destanê tê têgihîştin ku Memê Alan ne Kurd e. Sebeba ku ewqas zêde dengbêj dibêje: "Memê Alan padîşahê Kurdan e" ji bo veşartina vê rastiyê ye. Li cihekî behsa tiştekî zêde bê kirin, ev tê wê manê ku li wê derê kêmasî an jî tunebûna wî tiştî li ser merivên li wir dijîn xwedî bandorek giran e. Memê Alan yekî Romî ye. Kurdan ji dema bav û kalên xwe ên Aryan vir da ji kesên li ser textê xwe ra key gotine. Navên Key Qûbad, Key Xusrew, Key Astiyag û ên din vê rastiyê tînin zimên. Sebeba di şûna peyva muxtar a Erebî da di nav gel da hîna jî bikaranîna peyva keya ji wan deman maye. Persan ji mezinên xwe ra şah gotine. Ji bo xwe ji

1/4


Destana Memê Alan

Nûkirina dawîyê THURSDAY, 29 OCTOBER 2009 13:06

Persan mezintir bidin xwiyakirin Osmaniyan jî ji ên sertextê xwe ra padîşah gotine. Di destanê da "Memê Alan padîşahê Kurdan e" tê gotin. Ji doneyên nasnama Memê Alan nîşan didin yek jî, bê guman ev peyva padîşah e.

Ji taybetiyên bajarê Mexrîbê ên di destanê da hatine zimên meriv baş têdigihê ku behsa Stenbolê dike. Di tu demek dîrokê da Keyên Kurdan Stenbol bi dest nexistine. Sînorên 60 sal keyatiya Ariyan an jî bi navekî din ê paşê wan bi xwe li xwe kirine, di dema Medan da em rastî tiştekî bi vî awayî nayên. Di destanê da tê gotin ku bi beza hespê efsanewî, kurriyê deryayê Bozê Rewan, riya di nav Cizîrê û bajarê Mexribê da panzdeh roj e. Di destanê da ji alî keseke ji Cizîrê ve Romîbûna Mem bi awayekî eşkera hatiye gotin. Dengbêj bi zanetî an bi nezanî ev gotin mîna gumanekê li ser nasnama wî çêbike aniye zimên.

Di mêvanperweriya Kurdan da nêrîtek ewqas sosret a meriv pê jina xwe an jî dergistiya pêşkêşî mêvanan bike tune ye. Ev yek bêrûmetiyek giran e. Di destanê da bêçaretiya Mîr Ezîn û xwefiroşî, xaîntî û dek û dolabên pismamên wî yên celalî li bin guhên hev dikevin. Ev rastiya jiyana serdestên wê demê jî baş tîne zimên. Her merivê hinekî li dîrokê nihêrîbe dek û dolabên serayên Romiyan zane. Sêrçîtî, fêlbazî, fenekî û sextekariyên li Birca Belek bi qasî wan nebin jî, ne kêm in.

Bekoyê Ewan û qîza wî di nav malmezin û mîrekan da berjewendiyên gel diparêzin. Dixwazin Mîr bi sîxur û xayînên dixwazin serî lê bigerînin nexapê. Di destanê da tê gotin ku dema Memê Alan, soza wê jî li Bozê Rewan bike û bibe bajarê Mexrîbê daye qîza Beko wê jî alî wî kiriye û xêrnexwaziya bavê xwe aniye zimên, ji bo pê nexapê, nekeve xefika wî hemkarî pê ra kiriye. Lê paşê her çiqas guherînek di derbarê vê sozê da xwiya nebe jî, qîza Beko henarek bi jehra maran ji Mem ra dişîne û pê wî dikuje. Ev yek dubendiyek e. Sebeba ku Memê Alan naçe mala Beko ji feqîrbûna wî ye, ne ji zanebûnê ye. Li xwe danayne here mala merivekî ji gel.

Di destanê da tê gotin ku Beko bi alîkariya kîtaba Remlan hîn bûye ku ewê Memê Alan were Cizîrê. Ev yek zanetî, zanyarî û jîrektiya Beko tîne zimên. Em li vê derê têdigihên ku Beko merivekî xwenda û şêwirmendekî hêja bûye. Ji aliyekî ve lê dixebite textê Mîr Ezîn biparêze, û ji sîxuran haydar bike, ji alê din ve bi awayekî ne raste rast be jî lê dixebite wî ji pismamên wî û xwengên wî yên dixwazin dek û dolaban li serê wî bigerînin biparêze. Rê dide ber Mîr.

2/4


Destana Memê Alan

Nûkirina dawîyê THURSDAY, 29 OCTOBER 2009 13:06

Beko ne pexîrekî li dijî bi mirazê xwe şabûna evîndaran e.� Tenê li dijî têkiliya sîxurekî Romê û xwenga Mîr Ezîn a bûye pêlîstoka wî karê xwe dike. Xêrnexwaziyek wî ya di derbarê Mîr Ezîn û pismamên wî da jî tune ye. Di destanê da em rastî dijayetiyek wî ya li hember zewaca Hesen û Sitiyê, heka Zînê, nayên. Ji xeynî helwesta wî ya rast a li dijî Memê Alan, meriv rastî şeytanî an jî neheqiyek wî ya di derbarê merivên din da nayê. Çawa îro gelek Kurd ji bo peran derdikevin nêçîra rizgarên xwe û bi kuştina wan dilê neyaran xweş dikin, ê yaran reş dikin hene, wê demê jî hebûne. Ê Beko dikuje ji xwefiroşekî pê ve ne tiştekî din e. Ji bo peran wî dikuje. Beko dema dimire jî dibe striyek di çavê Roma reş û hemkarên wê da. Li dunya din jî dest ji pêsîra sîxurên Romê û hemkarên wan bernade.��

Hesen, Qeretacîn û Çeko ji bo bêbavekî Romî yê bi navê Memê Alan bînin ser textê Mîr Ezîn dek û dolaban digerînin. Di vê bêrûmetiya xwe da ewqas pêş da diçin, Çeko li ser Kaniya Qestelê dema Mem di ser dergistiya xwe da dibîne jî deng nake, bêrûmetiyê li xwe datîne. Berî vê bûyerê jî Hesen û Qeretacîn ji mêvanê xwe yê sîxurê Romî û birayê xwe Çeko yê dergistiyê Zînê ye, aliyê mêvanê xwe digirin û kuştina birayê xwe jî didin ber çavên xwe. Têkiliya wan a bi Romiyan ra ewqas çavên wan kor kiriye. Di dîrokê da jî merivên bi vî awayî ne kêm in.

Dengbêj ji bo Memê Alan mîna Kurdekî dilsoz nîşan bide çi ji destê wî hatiye kiriye. Dema meriv destanê dixwîne rind têdigihê ku Mem silavê jî nade welatparêziya Kurdan. Mîna gayê li pey manga bi ga tenê dixwaze xwe bigihîne Zînê. Ji bo vê yekê jî serî li her dek û dolabî dide. Pismamên Zînê ên bê rûmet ji dil û can hemkariya wî dikin. Beko û gelê Cizîrê yê welatparêz bi hev ra li dijî Memê Alan, sîxurê Romê, çi ji destan tê dikin. Dengbêjê hemkarê Romê van merivan bi navê şeytan, diz, ebeboz, keleş û gotinên din ên nerind bi nav dike. Em ji bîr nekin dema Saddam ê devbixwîn sed û heyştê û pênc hezar Kurd qir kiribûn û qirkirin berdewam bû dengbêj an jî bi gotina îro hunermendekî me di radyoya Baxdayê da strana "Saddam bavê şêran" distriya.�

Sê birayên Celalî û hemkarên Roma reş li ser kuştina Memê Alan li hev rûdinin û biryar didin bi mîr Şem xeberê bigihînin bajarê Mexrîbê, peytaxtê Romê. Mîr Şem dide pêşiya artêşa Roma reş a di bin fermana Beglî da û pê mîrekiya Cizîra Botan bi erdê ra yek dike. Wekî tê zanîn, demên berê gava leşker an jî sîxurekî Romiyan li deverek welatê Kurdan bihata kuştin dewleta Romê bi leşkerekî giran d'avêt ser û ew der tevî hemî zindiyên tê da diqeland. Leşkerên di bin fermandariya destebirakê Memê Alan ê bi navê Beglî da jî heman wahşetê bi Cizîriyan dide jiyandin. Navê Beglî nasnama wî dewleta wî diyar dike. Di dîrokê da Harpagos, xayînê netewî yê Aryan, bi artêşa di bin emrê xwe da daye pêşiya artêşa Sîrûs û pê êrîşî keyatiya xwe kiriye û derbeke ewqas giran li gelê xwe xistiye, pisên pisên wan jî heya îro nikanin werin ser heşê xwe.

3/4


Destana Memê Alan

Nûkirina dawîyê THURSDAY, 29 OCTOBER 2009 13:06

Mîr Ezîn ji dêvla gelê xwe ji zilma Romê biparêze diçe xwe dispêre leşkerên neyarê xwe. Ji bajêr tenê malbata Mîr Ezîn û pismamên wî yên xayîn ji mirinê xelas dibin. Ev jî ne kirinek nû ye. Di dîroka me ya nêzîk da jî gelek mîr, şêx, axa, seyîd û serokên partiyan dema ketine tengasiyê xwe spartine neyarên xwe. Gelê li pey xwe bi qirkirin, penaberî, koçberî, penahendeyî û perîşaniyê ra rû bi rû hiştine. Li gel ku ev xerabî bi gelê xwe kirine jî pir caran nikanibûne xwe ji dardakirin û kuştinên cûr bi cûr xelas bikin. Mîr Ezîn kanibûye canê xwe û mala xwe ji Romiyan rizgar bike, kirasê bêrûmetiyê li xwe kiriye û bê şerm li qirkirina gelê Cizîrê nihêriye. Qesra wî jî di nav da bajar li pêş çavên wî hatî wêrankirin.

Mixabin Kurdan di dîroka xwe da, ji xeynî şêst salên dema Ariyan, bi giranî leşkeriya xelkê kirine. Pesindariya wan kirine. Tim ji xwe ra şêr, ji xelkê ra pisîktî kirine. Bêheşî û kêmaqiliya xwe di hunera xwe da jî gelekî baş anîne zimên. Eger îro hîna li ser kesekî wekî Yezdan Şêr stranan dibêjin û wî pîroz dikin, sebeb ev e. Ên zehmet kiribin çend rûpel dîrok xwendibin� zanin ku Yezdan Şêr bi alîkariya Romiyan êrîşî mîrekiya Botanê kiriye û mîrekiya Kurdan a wê demê ji holê rakiriye. Mîr Şem û Yezdan Şêr eynî ne. Helbet ferqek wan jî heye;� yek ji çîrokê ye, ê din ji dîrokê ye.��

Raif Yaman raifyaman@hotmail.com

NetKurd

4/4

destana meme alan  

destana meme alan

Read more
Read more
Similar to
Popular now
Just for you