Issuu on Google+

Rastî Fîlozofî Hatin1 Ji Ethem, Abdocan, Mehmet, Medenî û Alî Îsmaîl’î re… Î.O-M.Z.D Gulan,2013, Stenbol

Î. O: Wekî destpêk hûn dikarin ji me re hinekî behsa xwe bikin? MZD: Li min negirin lê, ez vêga behsa xwe kirinê, ez ê ku bi qasî we di rewşa hebûna naperest ya ku ji aliyê sêyaneya sermayedar a 1

Ji Tirkî bo Kurdî Wergêr: Ekrem Koçbaşı, Tîrmeh, 2013


tomerî (global kapitalist teslis) ve hatiye pêkanîn de mîna pereyê hûr dikare bê xerckirin û hatiye feşartin, red dikim. Î.O: Lebê? Biborin? Hûn çi dibêjin? MZD: Qesta min damezraweyên bingehîn yên sermayedariya ku bi sêyaneya sermayedar a tomerî, di serdemeke ku ne ayîdî me ye de bi qasî kondomên şîrikî globalbûyî: xwedaniya taybet/şexsî, kardarî/qezenckarî û bazar/piyase ne. Bi vî hawî, eger destûra we hebe da ku ez xwe di têgehên Xirîstiyanî û Misilmanî’yê yên gelekî bingehîn û gewre bidim, digihêjim vê formûla formûlan: Xwedaniya taybet/şexsî: Mekkeya Bavî Kardarî/karxwazî: Cîhada lêwik Bazar/piyase: Rûhû’l Qudsa Xwedê Di bin van şertan de behsa kiryar-kirdeyeke/î ku bikare qala dîrokeke ayîdî xwe bike kirin, dê pêkenokî û sewsî be. Ez, tu û yên din gişk yên ku dibin dîdarê vê rasthatinê, qurbaniyên destavêtina bêkondon ya ku wekî jiyana rehet ya hemwelatiyekî/e baş ya/ê di qirdê koleyeke/î bêqusûr ya/ê netew-dewleteke mirovxur de tê pênasekirin in. Î.O: Belê. Fahm dikim, lê hûn behsa Tirkiye’yê dikin? Hûn hîç li dewletên dunyayê yên din jî man? Ango ji bo ku şîroveyên we wateyekê di xwe de bihewînin hûn xwediyê wê ferasetê ne ku bikarin netew-dewletên cuda bikemperînin? MZD: Erê, pênc salan li Danîmarka’yê jiyam. Lewre jî ew derfet ket


destê min ku du netew-dewletên ku di astên cuda yên jiyana sermayedar de dijîn bikemperînim. Dixwazim bala we bikişînim vir; min negot aboriya sermayedar, min jiyana sermayedar got. Çimkî – ligel lîbîdoya xwe ya ku wekî pereyê ku nayê tatmînkirin û tirûşkirin tê zanîn- sermayedarî, ew zemînê hebûnî ye ku takekesê/a xeyalet bi saya bêzemîniya xwe ya mutleq bes li vir dikare hebe. Pere tune be heyran qurban jî tune. Pere tune be pevşabûn jî tune. Pere tune be jiyana pûç û vala tune. Li Danîmarka’yê li hember hebûna şeş milyon mirovan, nêzîkî 8 milyonî beraz hene. Li Tirkiye’ye jî li hember burjuwayên beraz yên başverû yên ku hejmara wan ji çend hezaran derbaz nabe, herî kêm sed milyon mî hene. Li Danîmarka’yê di saetekê de bi rehetî dikarî 50 lîreyî qezenc bikî. Li tirkiye’yê eger tu di rojekê de dikarî 50 lîreyî qezenc bikî, tê wê wateyê ku dêya te tu di şeva qedrê de haniyî dunyayê. Ev cudatiyên di navbera du netew-dewletan de, bes di stratejiyeke şîroveyî ya hovane/gumanbar ya ku realîzma xedar ya binyata çînî piştguh nake de veşartiye. Di heman demê de dîmenên hevpar ên wekî xwedakirina pereyê û perestina avamiyê û tiştên jirêzê jî mewcûd in. Î.O: Wê demê tiştê ku divê bê kirin çi ye? Em bibêjin me argûmanên ku we di derbarê ka em di civakeke çawa de dijîn havêtine holê pejirandin; lê belê tiştên ku em ji profesorên zaningehan, zanîngehên ku wekî navendên dîplomafiroşiyê dixebitin, dibihîzin, ne ev in; ango gotinên we û yên profesoran li


hev nakin. Li gor van Tirkiye di qada siyaseta navneteweyî de bûye aktoreke cîhanî, dahata neteweyî her ku diçe zêdetir dibe, ji bo herkesî pêvajoya demokrasiyê dest pê dike û ji bilî çend kêşeyên negirîng ên ku ji aliyê Sûriye û PKK’ê ve tên derxistin tu pirsgirêk nînin. Di realîteyeke çawa de dijîn hûn? Ya rastî, realîteyeke ku em li ser bi hev re biaxivin heye qey? MZD: Helbet hin realîte hene. Wekî mînak: Realîteya jiyana kar û bar. Li ser zemînê şemitok yê jiyana kar û bar, ji bo gewixînê hûn neçar in ku pêvajoyeke xwe qehpikkirin û xwe tutiştkirinê (nothingness) bijîn. Ji ber vê jî realîteya jiyana kar û bar, ji aliyekî ve nîn-realîteyeke naperest ya qehpikbûyî ye. Ancax realîteya jiyana kar û bar, yêgane realîte ye ku bi darê zorê herro tê qehpikkirin û tutiştkirin û li jiyana her mirovî/ê tê empozekirin. Eger hûn bi berdêla karekî ku dikin pere distînin, tê wê maneyê ku hûn ji rûmet û şerefa xwe borîne. Eger rûmet û şeref ên ku ji xurtbûn û serbestbûnê peyda dibin ligel we hebin, hûn ê bi berdêla karekî ku dikin tu carî nikaribin pere bistînin. Bi vî tehrî mesele ne we e ku hûn realîteyê çawa pênase dikin, mesele ew e ku hûn di realîteyeke çawa de dijîn. Bi gotineke din, deynê kartê krediyê kî dide? Çawa dibe bila bibe di jêpirsîneke realîteyê de pirsiyara ku divê teqez neyê jibîrkirin ev e. Ji ber ku mûçeyê profesorên Tirk ên siyasî û romantîk Komara Tirkiye’yê dide, tek realîteya wan, ji bilî têkoşîna deynê kartê krediyê dayînê, nikare bibe tiştekî din. Netew-dewleta Tirk, hêna sedsaliya xwe tijî nekiriye. Li Tirkiye’yê hûrafeyeke wiha


digere ku desthilatdariya siyasî ya ku niha hukmê xwe dike, bi avakerê Komarê û vîzyona wî re lev nake; ango di navbera wan de berberî heye. Bi rastî ez nizanim ka li hember vê hûrafeyê îtiraza xwe çawa bînim zimên. Kemal’î, herçend ligel hin Misilmanan Kurd, Ermen, Rûm hwd. tarûmar kirin jî, nexwest Îslam’ê birûxîne. Xewna Kemal’î ew bû ku Misilmanî’yeke ku bi damezraweyên sermayedariyê re lev dike biafiranda û merivên zombî yên Misilman yên ku bîrdoziya sêyaneya sermayedar hembêz dikin peyda bikirana. Niha tenê carekê li kesên ku desthilatdariya siyasî di destê xwe de digirin nihêrîn jî, dê têrê bike bê zanîn ku ev tam jî ew kesên ku Kemal’î dixwest peyda bikirana ne. Ango netew-dewleta Tirk nêzîkî 80 salan piştî avabûna xwe, ancax gihêştiye ser zemînê xwe yê eslîn. Lê belê ev di heman demê de tê vê wateyê jî; ev zemîn xala dawî ye ku netew-dewleta Tirk bikare bigihêjê û ji lew re jî mehkûmî rûxîneke şermamiz e. Î.O: PKK’ê dest bi vekişandina gêrîllayên xwe kir ji Kurdistana Bakûr. Ev jî tê wê maneyê ku li Tirkiye’yê êdî teror namîne. Wê demê kî yê netew-dewleta Tirk tehrîp bike? MZD: Qetiyen tev lê nabim. Vekişîna gerîllayên PKK’ê ji Kurdistana Bakûr, nayê wê wateyê ku di nav sînorên Komara Tirkiye’yê yên çêkirî de teror dê tune be. Berovajî vê, tê wê wateyê ku bes terora Dewleta Tirk dê hukm bike. Divê Kurdistana Bakûr ji destê bixwîn yê post-mêtingerên Tirk ên ku çîna sermayedar ya vampîr ya ku bi qasî Tirkan ji Kurdan jî pêk tê xwedî dike bê


rizgarkirin. PKK li hember dewleta Tirk têkçûna xwe îlan bike, hetta bi şêwirmendiya post-mêtingerên Tirk xwe entegreyî pergala sermayedariya mirovxur bike jî, qismek arîstokratên radîkal dê derkevin pêş û Kurdistana Bakûr rizgar bikin. Ha ev, dê rojê li welatê ku dê şaristaniyeke ku pere ji holê rakiriye ava bike hilbînin û weke rewşeke hebûnê naperestiya ku ji aliyê sêyaneya sermayedar ya tomerî ve hatiye pêkanîn birûxînin û rewşa raperînê ya hebûnî pêk bînin. Î.O: Hêviya we ji bo vê yekê heye? Bi rastî jî hûn bi vê yekê bawer dikin? MZD: Ez bi tu tiştî bawer nakim û hêviya min filan jî tune. Hêvî ji bo koleyên jirêzê ne; ya fîlozof ne hêviya wî/ê heye, ne jî tirsa wî/ê. Î.O: Xebateke we ya ku bi Tirkî hatiye weşandin heye? MZD: Ne bi Tirkî lê. diviya we bigota hema bi çi zimanî dibe, xebateke min hatiye weşandin. Bersiv: na. Fîlozof ne heywanekî kedî ye, ew segekî beredayî ye. Li herdera dunyayê bes kitêbên heywanên kedî tên çapkirin. Teza min ya mastirê “ Global Capitalism and Nihilism”(2009) dê bihata weşandin, lê tirsonekiya şêwirmendê min li pêşiya vê bû asteng. Min teza xwe di 2012’an de berfireh kir û guherand û “Global Kapitalist Nihilizm” derkete holê. Ev nivîsa xwe, min digel ku şande hemû kovarên siyasî û felsefî jîSosyalîst, Anarşîst û Marksîst jî tev- kesekî/ê neweşand li Tirkiye’yê.


Ango ji bilî li ser înternetê weşandina xebatên xwe, rêyeke din ji min re nema. Xebata xwe ya dawiyê ya bi navê “Political Ontology

of Destruction: Humoresque Variations - Anti - Canons - Quasi Epigrams” jî min berî çend mehan li ser înternetê weşand. Î.O: Li gor we gelo ji ber çi kesek xebatên we naweşîne? MZD: Wekî ku hûn jî dizanin sektora weşankariyê tenê kitêbên populer yên ku qezenç bi wan dibe diweşîne. Tenê mûzîka nexweş pere dike îro, gotiye Nietzsche; em jî bibêjin tenê berhemên felsefeya nexweş tên weşandin îro. Î.O: Bi felsefeya nexweş qesta we çi ye? Çanda populer û demokratîk bi nexweşî ye li gor we? MZD: Tenê bi nexweşî be dîsa baş e; di heman demê de çandeke dejenerebûyî û bêqîmetker e. Îro li dunyayê gişkî çawa be li Tirkiye’yê jî wisa, hejmara şexsiyetên azad û xurt ên ku bikarin nifşên arîstokrat - arîstokratên torin, aqilmend û radîkal ên ku dê bikarin hem li Tirkiye’yê, hem jî li dunyayê bi avakirina çandeke ku bi pere nehatiye qirêjkirin, realîteyeke nû saz bikin - biafirînin ji tiliyên destekî derbas nabin. Mixabin lê, wer dixuye ku dê di nav nifşê bê de tek fîlozofekî/e azad jî tune be. Çandeke ku ji bo pere, ji aliyê pere ve û bi pere tê hilberandin, mehkûm e ku bibe berhema felsefeyeke nexweş. Lewre çanda populer tekane çand e ku felsefeyeke nexweş bikare hilberîne. Î.O: Ji xwedekarên zaningehê yên dunyaya globalbûyî ya ku ne ayîdî me ye re peyameke we heye?


MZD: Ji yên ku digel misêwa xwe qehpikkirinê û tutiştkirinê, ji bo mûçeyekî qelawî û prîman niyeta wan heye ku xwe bifiroşin re xweşî û hizûrê hêvî dikim. Lê belê divê pê ve bikim ku ew dê di hebûna xwe ya rojane de tu carî nekarin huzûrê bîbînin. Tiştê ku dê bibînin ji bilî dayîreyeke xerabe ya sefîl ya ku dê ajoya xweparastinê bi şehweta xwetatmînkirinê ya ku dê tim û dayîm bi çirrandina xwe bi xwe bi dawî bibe, ne tiştekî din be. Î.O: Belê. Lê yên ku naxwazin xwe ji bo pere bifiroşin û daxwazdar in ku exlaqên kapîtalîst ên ku ji zû de pûç bûne birûxînin? Yên ku diwêrin li hemberî karên dunyayê, karên ku ji aliyê vanpîrên sermayedar ve tên bikaranîn, derkevin? MZD: Ji wan re hişên heft aliman, dilekî keleşnîkofî, vîneke weke tiliya li ser tetikê û mîna bêrikê bi xwe zexm hêvî dikim. Î.O: Gellek spas ji ber ku we wextê xwe ji me re veqetand. Bi we re axivîn kêfxweşiyeke mezin bû. MZD: Ew kêfxweşî teqez ya min e. Di daristneke ku mirovxur û zombî hukmê lê dikin de, hinek mecbûrin ku bibin terbiyekarê şêran, nêçîrvanê mirovxuran û xwarkerên zombiyan.


Rastî fîlozofî hatin