Issuu on Google+

Un poco sostenuto

Ga û Jûjî 1 Mehmet Zafer Demir-2009

Ji bo gerîllayên azad ên Kurdistanê yên ku xwîna wan ji xwînmijên sermayedar re heram e .. Nivîsîn dîntî ye. Mesafeya di navbera xwendekar û nivîskêr, nivîskar û nivîsêr, xwendekar û nivîsêr de ne pêkan e ku bê bihurîn. Bes têgeheke ku nîvîskarek di serdemekê de li ser xebitiye jî tune ku em bikarin tê bigihêjin. Wekî ku em ê bikaribin ji hemçaxan fêm bikin! Ji bo vê, carekê 1

Ji Tirkî bo Kurdî Wergêr: Ekrem Koçbaşı, Gelavej, 2013 Page 1 of 9


çavê xwe li qewzî û nexunafiya akademîk ya ku li çar aliyê dunyayê fîlozofên bimûçe yên dewlet û şîrketan hildiberînin, gerandin, dê têrê bike. “ Ne ev tiştê ku dinivîsim kompîturek e, ne jî ev ê li bal min kitêbek e.” Dê ji vê qediyeyê re çi bê gotin? Eger ku nizanim kengî û çawa çêbûme û hêna ji bo çi jiyînê didomînim û ji bo çi nedomandinê taloq dikim û ji bo çi rojê herî kêm du caran bi mekanîzmayeke ji ya heywanan ne cudatir seva xwarinê bibînim amade me ku derdorê bidime welweleyê, çawa dikarim bawer bibim ku ev kompîturek e û ev kitêbek? Bi rastî jî senfoniya 3. ya Haydn'î guhgarî dikim niha? Bi rastî jî qoltixek e ev ê ku li ser rûniştime? Erke yek ji wan kesên ku kêşa erdê mandele dikin bim? Dê hemen ji min re xwe di şibakê re havêtin bê teklîfkirin? Erke xwe bavêjim û bikevim, qey kêşa erdê dê bê peytandin? An na ez ê bes milê xwe, pêyê xwe bişikênim an jî bimirim? Ji ber çi li cihê ku lê dixebitim, bes li aliyê dêrî yê ku li me dinêre distûra “Rû biken be!” hatiye hilawêstin? Ma yê çi bibe ku sibê neçime şuxul? Qey ez ê ji birçîna bimirim? Hetta, divê dibetiya saxmayînê jî niha ji bîr bikim? Tê gotin ku “Dem diguhere, meriv diguherin.” Herçend ev qediye welê bixuye ku ‘rasteqîniyek’ê di xwe de dihewîne jî, ez dixwazim berovajiyê vê biangêşim û dibêjim ku ev ‘qediye’ şaş e. Dibêjim ku navên ‘Dem’ û ‘Meriv’ û lêkera ‘Guherîn’ê yên ku vê qediyeyê saz dikin, gelekî şêlû û gelekî erênayî ne. Halbikî ‘Dem’, ji xêncî sazkirineke bîrahî(zîhnî), dilmîniyeke mirovnavendî (antropocentricism), eger ne xwexapandinek be elbet, di bin rêveberiya ajoya xweparastinê de, bêyî ku di derbarê ‘ka ji bo Page 2 of 9


çi û çawa xwe biparêzin’ê de tiştekî bizanin, amrazeke ji bo ku em bêwatehiya ku di bin bihuşta bistêrk de pê ve zeliqîne ji bîr bikin, bi kar tînin ne tiştekî din e. Eger ev argûman ne bes bin wê demê em guhê xwe bidine Heidegger’î, ango fîlozofê dawiya felsefeyê: “Belam dem li ku ye? Tiştê ku em jê re dibêjin ‘Dem’ heye û xwediyê mekanekê ye? Bi rastî ne ku ‘qet nîne’ ye jî.” Ha wiha, fîlozof ji mêj ve ji bo ku vê girêka acizker jev vekin di nav hewldanê de ne, lê dê tu carî jî nekarin jev vekin. Belam ev nayê wê maneyê ku ev fîlozofên dewletê yên ku mûçe jê re hatine girêdan, dê wekî ku jev vekiribin xwe pizevenekin, wekî ku girêk filan tune be! Lebê? Min teze ‘Tu carî’ û ‘Ji mêj ve’ got? Belê, mixabin lê min got. Mesele ev e ku, seva tiştên ku me tecrûbekirine em watedar bikin, hewcetiya me bi destpêkek û dawiyekê heye. (Lê belê bi vê qesta min ne ew e ku bibêjim me tiştek tecrûbe kiriya filan.) Ewil wer qebûl dikin ku, eger dunyayek hebe- îlîzyona yekê- divê destpêkeke wê jî hebe- îlîzyona duya. Û dîsa eger destpêkek hebe divê dawiyeke wê jî hebe- îlîzyona sêyaû bi vî tehrî em digihêjin encamê. Û em xêvikine wisa devjihevmayî ne ku, eynî qelsiya masiyekê ya li hember kurman, xwe bi xwe re rarû dibin û herî dawî- ligel hemî gazî û hewaran, tawanbarkirinan- bi xwesipartina li ‘ez’ekê/î- an jî ‘kirde’, ‘şexs’, ‘hebûna azad’ ya Hegel’î – ku ev îlîzyona îlîzyonan e mîna ‘xeleka xelekan’a wî –em di çembera hebûnî ya xwe de hema dizivirin: di şehweta çûnehatina di navbera xwe bi coşiyan xeniqandin û xwe bi zorekê çirandinê de û di mêvandariya xeternakiyê de. Baş e ma îlîzyon çi ye? Îlîzyon: Tişteke ku ji heyîna wê şik nayê birin lê di rastiyê de ‘nîne’ ye. Dem di bîra me de ewçend bi cih Page 3 of 9


bûye ku- welê qebûl dikim ku em xwediyê ‘bîrekê’(zîhnekê) ne- wekî geneyekê, eynî ‘xwedê’ çawa bi rêya gramerê di wijdana me de tê çikandin wisa. Eger xwedêyek hebe, hewn jî heye wê demê, hem saf hem pratîk. Û hewn ancax ku îlan bike xweda filan tune dikare saf û pratîk bibe. Ma wê demê “Dem diguhere, mirov diguherin” nabe hukmeke zehf zû hatiye dayîn? Ma bi vî tehrî lêkera ‘Guherîn’ê bi xwe nabe îlîzyona îlîzyonên îlîzyonan? Ango eger em dikarin ji hîçiyê ‘demekê’ û ‘xwebûnekê’ biafirînin, divê em neheyirin dema ku bi van îlîzyonan re girêdayî, em maneyan didine sazkirinên zîhnî û wan hertim weke ‘guherîn’ şîrove dikin. Ha ji ber vê tevgerê ango bizavê ye ku Thomas Aquinas- ku nasnavê wî ‘Gayê serhişk’ e- xwedayek çêkir û bi vê jî bi xwe serhişkiya xwe testîq kir. Lê bêyî ku bizane ka ewçend kitêbên ku nivîsîbûn yên ku bes gayek dikare bikişîne çi testîq dikin. “Bes geremolek e ji bilî vê ne tu tişt e” dibêje Dostoevsky, “Bêyî ku bizane çi çi ye û kî kî ye; lê belê digel van bêbiryarî û hoqebaziyan gişkî hê araneke wisa di hundir de heye ku; ha ew aran e ku heya ku hîn nebe ka çi çi ye lap bêtar dibe, dike zinginî.” Bi gotineke din: Piştî ku destên me carekê bi mefhûmên şemitok û bêhewa ên weke dem û mekanê qirêj bûne, em hewl didin ku ji çiyayekî ku qet yek ji me jî nizane ka em carekê çawa derketine ser, berjêr bibin. Û piştî ku masûlke û rîşeyên me bi îlîzyonên ku hêvî û daxwazên me wan pêk tînin mest bûne, bêyî ku bizanibin em ê çawa jê berjêr bibin, hewl didin ku derkevine ser. Êpêcekî eşkere ye ku awayê(terza) şîroveya ku heya vê derê hatiye bikaranîn ne şîroveyeke bihindaze(itidallı) ye. Belam hindaze: Li gorî Page 4 of 9


nirxên ku li ser exlaqekî ku di civakekê de hatine qebûlkirin û tên teşfîkkirin yên ku li ser wan levkirinek çêbûye tevgerîn e. Lewre jî di navbera bihindazebûn û nebûna şîroveyekî û şîrovekirina girîngiya wî ya hebûnî de tu têkilî tune. Ji ber vê jî her çi tehrî dibe bila bibe, hemû awayên(terz) şîroveyan mehkûmî kêmbûn û çewtbûnê ne. Ha em li gor şîroveyên xwe tev bigerin ha negerin, ha bizanin ka şîroveyên me rast in an çewt, ha nezanin; em ê nikaribin ji xêncî şîroveya tîkel, nediyar û subjektîf ya tevgerên xwe û encamên wan bigihêjin cihekî û lewre jî em ê nikaribin bi awayekî teqez rastbûn çewtbûna şîroveyên xwe hîn bibin-lê digel vê yekê jî di vê navê de em ji hin şîroveyan re rast, ji hinekan re jî çewt dibêjin û jiyana xwe didomînin. Em carina li gor şîroveyên xwe tev digerin û bi rastiya wan bawer dikin. Belam bi qasî ku li gor şîroveyên xwe tev nagerin, demên ku bala xwe nadine ser rastbûn û çewtbûna wan û bî vî tehrî tev digerin jî hene. Mesela em bînin şîroveyeke ku pê bawer in û li gor wê tev digerin hildin dest û hewl bidin da ku tespît bikin bê ka ev şîrove çiqasî ewledar e. Di maweyeke kurt de dê bê dîtin ku ev şîroveya ku em gelekî pê bawer bûn, xwe dispêre şîroveyeke din; û şîroveya din jî xwe dispêre yeke din. Her hal di hişê Wittgenstein de tiştkî wiha hebû dema ku ev digotin: “ Di bin baweriyeke saxlem û ewledar de baweriyeke neewledar û pûç heye.” Ji ber vê yekê ye ku hemû şîrove neçar in ku di bin desthilatiya kirdewarî, nediyarî û nefambariyê de bên eyankirin û bikaranîn. Bi vî tehrî; şîrove ango bawerî, bi saya demdemîtî, lêzokî, kêferat, qenaet, tevîheviya mêjî û çewtiyê û bi wan re, berovajî ‘îdeaya mutleq’ ya Hegel’î, tên birêxistin; digel ku Hegel’î wer bawer dikir ku ev Page 5 of 9


‘îdeaya mutleq’ ya ku bi xwe îcat kiribû, heyîna yêgane, jiyana ku nayê hilhilîn, rasteqîniya ku bi xwe xwe testîq dike û rasteqînî bi xwe ye. Belê, lê ma yek nikare li hember van gişkî “Ev jî tenê şîroveyek e.” bibêje û îtiraza xwe bîne zimên? Belam gelo ev dibe îtirazek? Em bibêjin ku ev îtiraza, fîlozofekî/ê li hemberî gotineke fîlozefekî/e din ya/ê ku bi qasî sed salekê berî niha jiyaye, kir. Dîsa em bibêjin ku fîlozofê ku nêzî sedsalekê beriya niha jiyaye wiha gotiye: “Kirû nînin, bes şîrove hene.” Niha em bêyî ku bala xwe bidine pêwendiyê, li bersivên ku dê bikaribin wekî îtiraz bên qebûlkirin binihêrin: “Şîrove nînin, bes kirû hene.” ‘Şîrove jî nînin, kirû jî nînin.” “Şîrove jî hene, kirû jî hene.” “Ev jî jûjiyek e.” “Ev jî şîroveyek e.” Eger dixwazim îfadeya “Kirû nînin, bes şîrove hene.” red bikim û bi ser de dixwazim argûmanine li dij daynim holê, îfadeya ewil ez ê bibêjim: “Şîrove nînin, bes kirû hene.” Eger dixwazim îfadeya: “Kirû nînin, bes şîrove hene.” red bikim lê li dij wê tu argûmanî daneynim holê, ez ê îfadeya duya bibêjim: “Kirû jî nînin, şîrove jî nînin.” Eger naxwazim îfedeya: “Kirû nînin, bes şîrove hene.”yê filan red bikim û eger dixwazim herdu qediyeyan jî erênî bikim, ez ê ya sêyan bibêjim: “ Kirû jî hene, şîrove jî hene.” Eger di bin tesîra maddeyeke tevzîner de bim, ez ê ya Page 6 of 9


çaran bibêjim: “Ev jî jûjiyek e”. Eger fîlozofekî/e bimûçe bim, ez ê ya pêncan bibêjim: “Ev jî şîroveyek e.” Eger di bin tesîra maddeyeke tevzîner de bim, an jî min di şikeftekê de bi hinek xurme, hinek nan û hinek avî ji bo çend hefteyan xwe îzole kiribe, muhtemel e ku ezê bi gotinên mîna van berdewam bikim: “Jûjî tiştekî nedîtbar e.” “Jûjî bi min re dipeyive.” “Jûjî ji min xurtir e.” “Jûjî ji min hîkmetir e.” “Jûjî pîroz e.”

Eger ne di bin tesîra maddeyeke tevzîner de bim û hêna jî van îfadeyan bi lêv dikim, wê demê ez pêxemberek im û di dema nobeteke sarayê de/beriyê/ başiyê, dînekî nû îcat dikim. Eger ku pêxemberek tam eksa fîlozofekî/ê be, wê demê divê tiştên ku divê fîlozofek bibêje tam jî tiştên ku divê pêxemberek nebêje bin. Eger ‘jûjî’ li dewsa tiştê ku em jê re ‘jiyan’ dibêjin weke metaforekî bê bikaranîn, mesela fîlozofekî mîna Thomas Hobbes dê vana bîne zimên:

“Jiyana merivan munferît e.” Page 7 of 9


“Jiyana merivan perîşanî ye.” “Jiyana merivan berbad e.” “Jiyana merivan xedar e.” “Jiyana merivan kin e.” Belam Vattimo ne pêxemberek e, ne şî eroînkêşek. Vattimo dê li hember îfadeya: “Kirû nînin, şîrove hene.”yê weke îtiraz “Ev jî şîroveyek e.” bibêje. Ha hemû pêwendiya vê niqaşê: ‘Li raberî pozîtîvîzma ku li hemberî diyardeyê(fênomen) diterpile-“Bes kirû hene.”- ez dibêjim ku: Na, kirû tam jî tiştên tuneyî ne, bes şîrove hene. Em nikarin kirûyeke ku xwe bi xwe û xwe di xwe de heye filan çêbikin: Xwestina tiştekî wiha, her hal dê ji xêncî xêvikiyeke gelekî mezin nebe tiştekî din. “Hertişt subjektîf e.” dibêjî; lê ev bi xwe jî şîroveyek e. ‘Kirde’ ne tiştekî hatiye dayîn e, berovajî vê tiştekî hatiye pêvekirin, îcatkirin û li pişt tiştê heyî hatiye dilreşîkirin e. Qey wê demê divê herî dawî şîrovekerekî/ê daynin pişt şîroveyê? Ev bi xwe jî îcatek, hîpotezek e. Dunya ancax heya ku têgîna ‘Zanîn’ê xwediyê wateyekê be tiştekî dikare bê zanîn e, belam ev jî dikare tam berovajî were şîrovekirin, ango li pişt wî tenê wateyek filan tune, bê hejmar wate hene.-Perspektîvîzm. Îhtiyacên me bi xwe ne tiştên ku dunyayê şîrove dikin, ango ajoyên me û leh û alehên wan. Her cure ajo, îhtirasek e ji bo hukm kirinê; her ajo xwediyê

Page 8 of 9


perspektîfa xwe ye û hewl dide ku li ajoyên din bide qebûlkirin ku ew bi xwe normek e. ’ Ji van qediyeyan re bersiva Vattimo wiha ye: “Ev îfadeya Nietzsche : ‘Kirû nînin, bes şîrove hene.’ ne qediyeyeke objektîf û metafîzîkî ye. Ev qediyeya jî bes şîroveyek e. Niha em wer qebûl bikin ku fîlozofekî din, Huseyîn em bibêjin, ji wî re, ji Vattimo re bersiveke wiha da: “Îfadeya Vattimo : ‘Kirû nînin, bes şîrove hene.’ qediyeyeke ne objektîf û metafîzîkî ye-qediyeyeke ne objektîf û metafîzîkî ye. Ev qediye jî bes şîroveyek e.” Niha jî em fîlozofekî din jî tevî muhabetê bikin, bila navê wî jî Casper be, û bila ji Huseyîn re bersiva wî: “ Îfadeya Huseyîn: ‘Kirû nînin, bes şîrove hene.’ Qediyeyeke ne objektîv û metafîzîkî ye, weke Vattimo diangêşe, ne qediyeyeke objektîv û metafîzîkî ye- ne qediyeyeke objektîv û metafîzîkî ye. Ev qediye jî bes şîroveyek e.” Eger zilamekî ku di sikakê re dibore vê axaftinê bibihîze û ez ji wî re bibêjim ku: “Tiştekî bê meraqkirin tune; Vattimo, Huseyîn û Casper tenê felesefe dikin.” Zilamê li sikakê, her hal dê wiha bersiv bide: “ Eger ev felsefe kirin be wê demê di xwe de kirin çi ye gelo?” Hingê hîsseya vê fabla felsefî: “Nebê ku bawer bikî ku mêjiyekî te filan heye, eger te serê xwe li dîwêr nexistibe û belbelayî nekiribe û bi çavên xwe, qet nebe carekê be jî nedîtibe.”

Page 9 of 9


Ga û jûjî 813pdf